Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin 2022-05-27 15:38:17   DÎLOK - Serokê TTB’ê Erînç Sagkan û serokên 11 baroyên bajaran beşdarî Nobeda Edaletê ya ku Baroya Dîlokê li dijî neheqiyan daye destpêkirin bûn.    Baroya Dîlokê bi armanca li dijî neheqiyên di demên dawî de li dadgehan pêk tên, protesto bike û ji bo parêzerên girtî Nobeda Edaletê ya sembolîk girt. Nobed li ber Dadgeha Dîlokê hat girtin. Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan û serokên baroyên bajarên wek Semsûr, Wan, Riha, Mêrdîn, Dîlok, Antalya, Bûrsa, Hatay, Mereş, Mêrsîn û Stenbolê beşdarî nobedê bûn. Gelek nûnerên rêxistin sivîl û Hasan Bodur ê ji îlona 2021’an vir ve li ber Dadgeha Dîlokê nobedê digire, piştevaniya nobedê kirin.    Serokê Baroya Dîlokê Îskender Kahraman di nobedê de axivî û destnîşan kir ku pîşeya parêzeriyê bi êrişan re rûbirû maye, li girtîgehan gelek parêzer hene û ew li dadgehan û derveyî wê jî edaletê dixwazin.    Serokê TTB’ê Erînç Sagkan jî axivî û anî ziman ku neheqî zêde dibe. Sagkan destnîşan kir ku parêzer tu carê li dijî neheqiyan bêdeng nebûne û dê bêdeng nebin û ji bo ew bibin dengê bi milyonan kesên edaletê dixwazin îro li vir nobedê digirin.