Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin 2022-05-27 15:26:11   MÊRDÎN - Çawişê pispor Bestamî Duman ê ku bûbû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin.    Li navçeya Qosera Mêrdînê di 11’ê çile de çawişê pispor Bestamî Duman wesayîta zirxî li Hazna Su ya 52 salî qelibandibû û bûbû sedema mirina wê. Danişîna duyemîn a doza Duman ku negirtî tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Asliye ya Qoserê ya 3’yemîn hat lidarxistin. Duman û parêzerê xwe û malbata Su û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir.    Parêzerê malbata Su, Mehmet Alpaslan diyar kir ku di rapora ku hatiye amadekirin de bersûc ji sedî sed bi qisûr e û divê dadgeh bûyerê di çarçoveya “muhtemeliya bi qestî” û “kuştina bi zanebûn” de binirxîne û xwest bersûc bê girtin.    BERSÛC XWEST WERE BERAETKIRIN    Bersûc parastina xwe kir û wesayîta bikar aniye nezirxî bûye û xwest were beraetkirin.    Dadgehê biryara xwe ya navber eşkere kir û daxwaza parêzer a girtina bersûc red kir, biryar da ku dosye ji nûve biçe Saziya Tiba Edlî û danişînek din taloqî dîrokek pêş kir.