Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir 2022-05-19 21:23:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Efrîniyan bi meşek girseyî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.    Li herêma Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongreya Starê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo bîranîna Hakî Karer ê di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû meşek girseyî li dar xist. Meş li ber gundê Til Qerah ê navçeya Şehbayê dest pê kir. Bi sedan şêniyên Til Qerahê û Şehbayê tevli meşê bûn. Di meşê de wêneyên Ocalan û pankartên li ser dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê nivîsandî hatin hilgirtin.   Meş heya ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan dewam kir. Piştî rêzgirtinê endama Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman axivî. Silêman tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got: "Armanca tecrîdê qutkirina têkiliyên navbera Rêber Apo û gel e. Yên ku tecrîdê ferz dikin divê bizanibin ku rêbertî di fikirê me de dijî, em li ser xet û felsfeya wî dijîn, rêbertî rêya azadiyê ji me re ronî kir. Ji ber wê tu kes nikare roja me tarî bike."   Endama Yekitiya Jina Azad a Herêma Şehbayê Fatima Cemo jî got: "Dewleta tirk a dagirker planên xwe yên dijminane û projeyên xwe yên mêtîngeriyê didomîne, tevahiya qanûnên mirovî û hiqûqî binpê dike. Tirkiyê binkeftina xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ya li hemberî berxwedana gerîlayan qebûl nake."   Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên ji bo Ocalan û azadiya wî bi dawî bû.