Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin 2022-05-19 20:22:39   NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Karabgalar a Îzmîrê Nûrel Turkmen ji aliyê zilamê ku demek berê dev ji wî berdabû hat qetilkirin û li navçeya Yenîşehîr a Amedê E.T. jî hevjîna xwe Şûle A.T. ku li ber devjihevberdanê bûn qetil kir.    Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê jinek li nava kuçeyê bi êrişa zilamê ku demeke berê dev ji wî berdabû, rû bi rû ma. Îro saet li dor 4'ê êvarî Nûrsel Turkmen li nêzî mala xwe rastî Ş.T. hat. Ş.T., bi amûreke bibir êriş bir ser Turkmenê. Turkmen a birîndar bû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturkê. Turkmenê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Kujer Ş.T. jî li cihê bûyerê hat zevtkirin û binçavkirin.    LI AMEDÊ JÎ JINEK HAT QETILKIRIN   Li navçeya Yenîşehîr a Amedê jî E.T. hevjîna xwe Şûle A.T. (21) ku li ber devjiheberdanê bûn bi amûreke bibir qetil kir. Gava polîs çûne mala Şûle A.T.'yê dîtine ku derî vekiriye û Şûle A.T. jiyana xwe ji dest daye. Piştî vekolandinê cenazeyê Şûle A.T.'yê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî.    E.T. yê ku Şûle A.T.'yê qetil kir piştî bûyerê bi 20 deqeyan li navçeya Rezanê hat zevtkirin û binçavkirin.