'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn 2022-05-19 19:34:25   EDENE - Li Edeneyê "şehîdên meha Gulanê" hatin bibîranîn. Hevberdevkê DBP'ê yê Herêma Çûkûrovayê Enver Guler got: "Alaya wan a berxwedanê di dilê gelê kurd de olan dide."    Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) "şehîdên meha Gulanê" bibîr anî. Bîranîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Seyhanê hat lidarxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, rêvebirên HDP'ê yên bajêr û navçeyê, Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) û gelek kes tevli bîranînê bûn. Li cihê bîranînê pankarta bi kurdî û tirkî li ser "Şervanên şoreşê nemirin" nivîsandî hat daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.    Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Herêma Çûkûroavayê Enver Guler axivî. Guler bilêv kir ku tovên ewil ên tevgera şorşeger a Tirkiye-Kurdistanê ji aliyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya ve hatine reşandin.    Guler destnîşan kir ku faşîzmê rêberên welatparêz qetil kirine, lê nikaribûye fikirên wan û têkoşîna wan bikuje û got, peyrewên şorşegeran xwedî li mîrateya wan derketin û ew anîne roja îro. Guler bibîr xist ku 49 sal derbas bûne, lê hê jî dijminatiya faşîzmê ya li hemberî Kaypakkaya didome û got: "Faşîzm êrişê dibe ser xeta berxwedanê ya şoreşger. Bila faşîzm bitirse."    ‘ÇAR BÛN SEMBOLA WÊREKIYÊ'   Guler destnîşan kir ku Çar li Zindana Amedê li dijî teslîmiyetê bûne sembola wêrekiyê û got: "Êriş birin ser stranên azadiyê û berxwedana neteweyekê. Alaya wan a berxwedanê û stranên wan niha li ser zimanê gelê kurd û di dilê bi milyonan de olan didin. Di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya û Çaran de, rêberên şorşeger ên di meha Gulanê de nemir bûne navê bîr û bweriya me ya ji bo pêşeroja azad û girêdana me ya ji bo şoreşê."    Piştî axaftina Guler sînevîzyona ku behsa têkoşîna "şehîdên şoreşê" dike hat nîşandan.   Piştî sînevîzyonê helbest hatin xwendin û Koma Pel jî çend stran gotin.