Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 2022-05-19 16:54:50   STENBOL - Ji 24 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin.    Di çarçoveya lêpirsînek ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi rê ve dibe de di 12’ê Gulanê de li Stenbol, Amed, Sêrt û Erzînganê herî kêm 25 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî li Qereqola Leşkeriyê ya Bajêr a li Maslakê dihatin ragirtin. Piştî 4 rojan kesên binçavkirî birin Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Dozgeriyê 4 roj dema binçavkirina wan dirêj kir û şûnve şand.    YILDIZ HATE BERDAN   Îfadeyên hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Dengbêj Xalîde û xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Munevver Îlgîn jî di nav de kesên ku 8 roj bûn di binçavan de bûn, hate wergirtin. Piştî ku îfadeyên kesên li qereqola cendermeyan hate wergirtin, dozger hate Qereqola Leşkerî ya Bajêr û îfadeya kesên di bin çavan de tên girtin wergirt. Piştî ku dozgeriyê îfadeya kesên di bin çavan de girt, Semra Yildiz a di bin çavan de berda.    JI 10 KESAN RE DAXWAZA GIRTINÊ HATE KIRIN’   Dozgeriyê Dengbêj Xalîde û Munevver Îlgîn jî di nav de 14 kes bi berdana şertê kontrola edlî, 10 kes jî bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê”sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edliyeya Stenbolê kirin. Tê payîn ku dadgeh îfadeya 24 kesan bigire.    TE ÇIMA STRANA ‘ZÎLANÊ’ GOT?   Ji Dengbêj Xalîde re ji ber klamên ku di çalakiyên HDP’ê li dar xistî de gotine û parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal bi “propagandaya rêxistinê” hate sûcdarkirin. Ji Xalîde re ji bo ku strana Zeynep Kinaci (Zîlan) gotiye, pirsa “Te çima strana endama rêxistinê gotiye?” hate pirsîn.