Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da 2022-05-19 15:29:09 ŞIRNEX - Li herêma Heftanînê ya Herêma Kurdistanê şer derket û cerdevanekî jiyana xwe ji dest da û gelek cerdevan û leşker jî birîndar bûn.  Êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê didomin û gelek cerdevan tev li êrişê tên kirin. Hat diyarkirin ku li herêma Xantûrê ya Heftanînê, di navbera leşkerên ku bi helîkopteran derbasî herêmê bûne û gerîllayên HPG'ê de şerekî dijwar derketiye. Di şer de cerdevanê bi navê Mehmet Emîn Saka ku ji gundê Hedirş ê navçeya Qilebanê tev li şer bûye jiyana xwe ji dest da û gelek cerdevan û leşker jî birîndar bûn.