Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar 2022-05-19 15:22:41   STENBOL - Meclisa Berxwedanan bi mebesta piştgiriya bi çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, li pêşiya Edliyeya Çaglayanê daxuyanî da û piştgiriya xwe aşkera kir.   Endamên Meclisa Berxwedanan bi mebesta piştgiriya bi çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku 3 endamên malbatê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûsê ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, li pêşiya Edliyeya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de pankarta “Em edaletê dixwazin” hatibû vekirin. Endamên meclisê di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Em edaletê dixwazin û dê bi dest bixin” û “Malbata Şenyaşar bi tenê nîne” berz kirin. Daxuyanî ji hêla yek ji endamên Meclisa Berxwedanan Îsmaîl Kara ve hate xwendin.    'DIBIN HEVKARÊ SÛCÊ AKP’Ê’    Kara, bi bîr xist ku çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ketiye roja 437’an û wiha got: “Ev zêdetirî saleke ku Emîne Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê li pey edaletê digere. Ji ber girî, rondik di çavên Emîne Şenyaşar de neman. Hat îşkencekirin û binçavkirin. Dozgeriyê 4 sal piştre lêpirsîn da destpêkirin lê ev lêpirsîn encama têkoşîna malbata Şenyaşar e. Desthilatdariya AKP’ê ev kes 4 salan parast û xwedî lê derket. Faşîzma AKP’ê, rayeya qetilkirinê nîşanî mirovan dide. Dadgeh, dozger û dadger dibin hevkarê sûcê AKP’ê.”    Daxuyanî bi dirûşma “Malbata Şenyaşar bi tenê nîne” bi dawî bû.