Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin 2022-05-19 14:08:53   ENQERE - Li Îtalyayê bi hezaran kes ji bo protestokirina şerê li Ûkrayna û Herêma Federal a Kurdistanê dest bi grevê dikin. Tê payîn ku ji derdorên cuda gelek kes beşdarî mitîngê bibin.    Li dijî şer ku rê li ber enflasyon, bihabûn, xebata bê ewlehî, derxistina ji kar û kêmbûna xizmetên civakî vedike; karker, kedkar, akademîsyen, hunermend û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes dê di 20’ê gulanê de li Roma û Mîlan ên Îtalyayê meşan li dar bixin. Li seranserî Îtalyayê jî dê dest bi grevê bikin.    Di heman demê de li bajarên Torîno, Bologna, Floransa, Pîsa, Caserta, Cagliari, Reggio Emilia, Trieste û bajarên din jî çalakî û meş bên lidarxistin. Hat ragihandin ku dê grev bi mesta protestokirina lêçûnên şer, şerê li Ûkrayna û Herêma Federal a Kurdistanê bê kirin. Sendîkayên weke Confederazione Unitaria di Base (CUB), Sindacato Generale di Base Bologna (SGB), L'Unione Sindacale Italiana - Confederation International de los Trabajadores (USI-CIT), Confederazione dei Comitati di Base (COBAS), nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnasên demokrat û hwd. jî dê piştgiriyê bidin grevê. Karîkaturîst Vauro Senesi û fîlozof Donatella Di Cesare jî dê beşdarî meşê bibin.    Ji endamên sendîkaya L'Unione Sindacale Italiana - Confederation International de los Trabajadores (USI-CIT) Norma Santî ku dê di meşa Romayê de cih bigirin û endamê Confederazione Unitaria di Base (CUB) Manuel Vulcano ku dê beşdarî meşa li Mîlanê bibin, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.    BÛDÇEYA ŞER DIXIN STÛYÊ GEL   Santî, da zanîn ku ev demekî dirêje ku USI-CIT ji bo mafên karkerên Îtalyayê têdikoşe û wiha got: “Li gelek bajarên Îtalyayê nûnertiyên me hene. Federasyona Rûsyayê di 23’yê sibata îsal de Ûkrayna dagir kir. Bi vê yekê re gefa şer a li ser Ewropayê mezintir bû. Bingeha vê pêvajoya şer jî xwe dispêre helwesta NATO’yê ku hewl dide li Rojhilatê Ewropayê belav bibe û pozîsyona milîtarîst û helwesta hegemonîk a Rûsyayê ye. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes ji xaka xwe bûn û ziyanên madî karesat bi serê gel anî. Heke ev rewşa êrişkar û şer bidome dê li seranserî cîhanê karesaeteke mezin a aborî çê bibe. Dê bihayê xurekan û enerjiyê hîn zêdetir bibin, şert û mercên jiyan û xebatê xerabtir bibin û di qada navneteweyî de rê li ber encamên giran veke. Rewşa heyî herî zêde bandorê li karkeran dike. Komeke sendîkavanan ji bo pêşîlêgirtina şer û ji bo ku hikûmetê têxe nava hewldanên aştiyê, meş organîze kir. Daxwaza me ew e ku lêçûnên leşkerî bên sekinandin û ev lêçûn bo tenduristî, dibistan, veguhestina komelî û hawirdorê bên xerckirin.”    ‘EM Ê ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN PROTESTO BIKIN’   Bi domdarî Santî anî ziman ku saziyên kurd jî di civînên birêxistinkirina meşê de cih girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê bi awayekî çalak tev li bibin. AKP’ê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de li dijî Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyona derqanûnî de bi balafirên şer, balafirên bêmirov, helîkopter û hêzên bejahî êriş tên kirin. Êrişên li dijî kurdan bi taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Herêma Federal a Kurdistanê zêdetir bûn. Mîna êrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê, em ê di meşa xwe de vê operasyona Tirkiyeyê jî protesto bikin.”    ‘ERDOGAN SÛD JI ŞEREKÎ GIRT Û ŞEREKÊ DIN DA DESTPÊKIRIN’    Di berdewamê de Santî da zanîn ku amadekariyan dikin ku ji bo protestokirina êrişên ser kurdan di 4’ê hezîranê de çalakiyekî li dar bixin û wiha domand: “Erdogan ê dîktator wisa hesab kir ku çavê hemû cîhanê li şerê Ûkrayna-Rûsyayê ye û fermana êrişê da. Anku ji şerekî sûd girt û şerekê din da destpêkirin. Vê êrişa dagirkeriyê nîşan da ku Erdogan hewl dide careke din qada navneteweyî bixapîne. Vê jî bi hewldanên aştiya Ûkraynayê dike. Lê artêşa tirk hêj jî êrişî sivîlan dike. Hikûmetên rojaveyî bi bêdengî li rewşê temaşe dikin. Welatên Ewropî şerê li Ûkraynayê şermezar kir û zext li ser zextan li Rûsyayê kirin. Lê belê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan tolere dikin. Aştî, berpirsyariyeke û mirova dikare bo şer rêbazeke dîplomatîk peyda bike. Baweriya me bi derewa Erdogan a ji bo aştiya Ûkraynayê nayê. Di van saetên ku em bi we re diaxivin de jî Erdogan Şengal, Rojava û seranserî Kurdistanê bombebaran dike. Gelo ma pêkane ku ev kes bibe qasidê aştiyê? Em ê di 20’ê gulanê de li dijî van bimeşin û banga me li hemû kurdan ew e ku beşdarî meşê bibin.”    'BI ŞANDINA ÇEKAN RE ŞER GUR DIKIN’   Endamê yek ji mezintirîn konfederasyona karkeran a Îtalyayê Confederazione Unitaria di Base (CUB) Manuel Vulcano jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiyê û li dijî aboriya şer, şandina çekan, zêdebûna lêçûnên leşkerî û birîna lêçûnên bo cemaweriyê em ê bikevin grevê. Dê 12 sendîkayên karkeran, li seranserî Îtalyayê bi hezaran karker, xwendekar û aktîvîst piştgiriyê bidin meşa me. Hêviya me ew e ku ev tevgera me ji bo her kesî aştî û edaleta civakî bîne û pergalê teşhîr bike. Sendîkaya me her timli dijî tevgera kurd û geşedanên li Kurdistanê bi hestiyarî tevgeriya. Gelek aktîvîstên hêja di nava me de hene ku fikr, kevneşopî, dîrok û têkoşîna gelê kurd vedibêjin. Tekane rê ew e ku her gel xwe bi xwe qedera xwe diyar bike û dewletên federal bên naskirin. Gelê kurd li dijî êrişa Tirkiyeyê li Îtalyayê gelek çalakî kirin. Piştî şerê li dijî DAIŞ’ê, xelkê Îtalyayê hîn bêhtir kurd nas kirin. Xelkê îtalî piştgiriyê dide çalakiyên kurdan û xwedî lê derdikevin. Kurd li Îtalyayê bi tenê nînin. Helwesta welatên ewropî û DYA’yê ya li dijî kurdan pir tevlihev e. Li rexekî dibêjin piştgiriyê didin û li rexa din jî tiştekî ji Tirkiyeyê re nabêjin.”   MA / Gozde Çagri Ozkose