Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir 2022-05-19 12:39:36   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglu ku ji peywirê hate girtin, beriya ku biçe qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê jî dewrî leşkeriyê kir.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) ku her wiha waliyê Amedê bû Mûnîr Karaloglu, ji hêla Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ve ji peywirê hate girtin. Qeyûm Karaloglu, beriya ku biçe nelirêtiyeke din li nelirêtiyên xwe zêde kir. Karaloglu ku di dema qeyûmtiya xwe de şaredarî bi midûrên ji der ve anîn tije kiribû, gelemperiya îhaleyan pêşkeşî kesên jê re digot; ‘dostê min” kiribû û di bin navê “Veguherîna Bajêr” de bi hezaran malbat mexdûr kiribû. Qeyûm Karaloglu, di heman demê de gelek qadên civakî, werzîş û hêşiniyê jî veguherandin qadên leşkerî.    QADA ŞAREDARIYÊ RAKIR   Qeyûm Karaloglu, parsela bi Hejmar 1 a Qada 152 ya li Taxa Çolguzelî ya navçeya Peyasê ku weke “Qada Xizmetê ya Şaredariyê” hatibû diyakirin, veguherand “Qada Îbadetê.” Ji bo “Qada Xizmetê ya Şaredariyê” jî cihekî ku bi bedêla wê nehat destnîşankirin.   Bi vê yekê re qeyûm Karaloglu, ev xala Rêziknameya Avakirina Planên Mekanî bin pê kir: “Ji bilî rêyê; qadên civakî û binesaziya teknîkê û qadên tesîsên civakî û çandî yên cemaweriyê, tenê dema qadeke bi bedêla wan tê diyarkirin dikare bên biçûkirin an jî rakirin.”    QADA HÊŞINIYÊ DEWRÎ LEŞKERIYÊ KIRIN   Parselên bi Hejmar 1 û 2 yên Qada 276 ên li Taxa Yeşîlkoy a navçeya Pasûrê û parsela bi Hejmar 9 a Qada 186 a li Taxa Yenî ku weke “Qadên Park û Xaniyan ên Divê Dar lê Werin Çandin” hatibûn diyarkirin, weke “Qada Leşkerî” destnîşan kir. Dema ev guhertin hatine kirin jî nêrîna tu saziyan nehat girtin û qadeke ku bi bedêla van qadan were jî nehatiye diyarkirin. Bi vê biryarê re, parsela bi Hejmar 9 a Qada 186’an, bêyî ku demek were destnîşankirin dewrî Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Liceyê û parsela bi Hejmar 2 ya Qada 276’an jî dan Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan.    SEDEM: EWLEKARIYA NAVÇEYÊ   Biryara behsa xeberê di 11’ê nîsanê di civîna meclisê de hate dayîn. Dema biryar hatiye girtin jî agahiyên di rapora Komîsyona Îmarê ve hatiye amadekirin esas hat girtin. Di raporê de hat îdiakirin ku bi avakirina deverên leşkerî re dê ewlekariya navçeyê xurtir bibe û avahiyên leşkeriyê bêhtir di ewlehiyê de bin.    Yek ji devera din a ku qeyûm Karaloglu nelirêtî tê de kiriye jî parsela bi Hejmar 1 a Qada 4173’yan, parsela bi Hejmar 1 a Qada 4181’an û parsela bi Hejmar 1 a Qada 4179’an ên navçeya Rezanê ne. Parselên ku weke “Qada Tesîsên Civakî-Bazirganiyê, Qada Bazirganî û Werzîşê” hatibûn destnîşankirin, weke “Qada Bazirganî-Tûrîzmê û Qada Bazirganî û Werzîşê” hatin diyarkirin û li ber rantê vekirin.   MA / Mujdat Can