Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin 2022-05-19 11:29:21 RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku di holê de sûcekî mirovahiyê heye û bi lêv kir ku kesên ev sûc kirine xwe bi desthilatê vedişêrin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 437’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ji ber cejna fermî ya 19’ê Gulanê edliye îro girtî ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê domandin.    ‘DI HOLÊ DE SÛCÊ MIROVAHIYÊ HEYE’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Navenda Giştî ya AKP’ê, Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan û Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Gotin di cih de be em ji bo mafên xwe lava dikin. Di holê de sûcekî mirovahiyê heye. Kesên sûcê mirovahiyê kirine, xwe bi destihilatê vedişêrin. Kesên li dijî vê zilmê bêdeng dimînin wê sibê bi kîjan rû derkevin pêşberî civakê.”