Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê 2022-05-19 10:10:12   ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Mehmet Tunç, avahiya şaredariyê ya berê bi bihayê 55 milyon lîreyan da ber firotinê.    Qeyûmê Şaredariya Cizîrê di sala 2016’an de avahiya şaredariyê dewrî Qeymeqamtiya Cizîrê kiribû. Qeyûmê bi navê Davut Sînanoglu ku di sala 2019’an de hatibû tayînkirin, avahiya şaredariyê dîsa li şaredariyê vegerandibû. Qeyûm Sînanoglu di sala 2021’an de bi bihayê 36 milyon lîreyên tirk, firotina avahiya şaredariyê dabû îhaleyê. Lê belê piştre bi sedemên nediyar ev îhale hate betalkirin. Qeyûm Mehmet Tunç ku li şûna Sînanoglu hatibû tayînkirin, avahiya şaredariyê par bi bihayê 55 milyon lîreyan da îhaleyê.    Agahdariya îhaleyê li ser malpera fermî ya şaredariyê hate ragihandin. Di agahdariyê de hat gotin ku Midûriyeta Milk û Îstîmlakê ya Şaredariya Cizîrê neguhêzbara behsa xeberê ya li Taxa Şahê, li gorî Xala 35’an a Qanûna Îhaleyê ya Dewletê ya hejmar 2886’an, bi rêbaza teklîfa girtî daye ber îhaleya firotinê.    Li gorî agahdariyê, dê îhale di 23’yê gulanê de bi bihayê 55 milyon lîreyên tirk were dayîn.    ÇI BÛBÛ?   Di 11’ê îlona sala 2016’an de li Şaredariya Cizîrê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qeyûm hate tayînkirin. Dema qeyûm hatî tayînkirin, di qaseya şaredariyê de 36 milyon TL hebûn. Lê di heman salê de qeyûm, şaredarî 220 milyon û 793 hezar lîre xiste bin deynan. Di heman demê de qeyûm, avahiya şaredariyê, rê û park jî di nav de bi giştî 12 neguhêzbar dewrî qeymeqamtî, midûriyeta emniyetê, miftitî û saziyên din ên dewletê kir.    Di hilbijartina adara 2019’an de şaredarî kete destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Meclisa Şaredariyê ku gelemperiya wan endamên HDP’ê bûn, di 10’ê hezîrana sala 2019’an de bi piraniya dengan biryar da ku dewrkirina 12 neguhêzbaran were betalkirin. Piştî vê biryarê, wezareta karên hundir derheqê şaredariyê de lêpirsîn vekir û hevşaredar jî di nav de, ji 31 endamên meclisê yên HDP’î parastina nivîskî xwest. Sedema lêpirsînê jî weke “daxwaza li dijî mewzuatê” nîşan da. Lê belê hêj rewşa neguhêzbaran zelal nebûbû ku di 29’ê cotmeha 2019’an de qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin.