‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’ 2022-05-19 09:48:32 ŞIRNEX - Dayika girtî Abdûllah Bayar, Solmaz Bayar, xwest ku girtiyên nexweş bên derman kirin û wiha got: “Em li pey doza girtiyên xwe û têkoşîna wan in. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.” Binpêkirina mafan a li girtîgehan xwe veguherandiye rêbazek îşkenceyê. Girtî ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û bi muameleyek keyfî re rûbirû tên hiştin. Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin û ew jî dibe sedem ku ji girtîgehan cenaze derbikeve. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji meha çileyê ve herî kêm 17 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Tevî van îşkence û hewldanên şikandana vîna girtîyan, girtî li ber xwe didin û banga têkoşînê dikin.   Her wiha di nav dîrokên cuda de li Şirnexê bi dehan kes hatibûn binçav kirin. Yek ji wan kesên ku hatibûn binçav kirin Abdûllah Bayar (19) di 16’ê Gulanê de piştî ku derket pêş dadgehê hate girtin û ew şandin girtîgehê. Dayika Bayar, Solmaz Bayar bertek nîşanî girtin û îşkenceya li ser girtîgehan da û destnîşan kir ku gelê kurd bi girtin û kuştinê naqedin.   MALBAT BI SALA NE RASTÎ ZEXT Û ÎŞKENCEYA DEWLETÊ TÊ   Solmaz Bayar (47) diyar kir ku malbata wan bi salan e rastî zext û îşkenceya dewletê tê, ji ber zordestîyê neçar mane ku ji warê xwe koçber bibin û wiha axivî: “Di sala 1992’yan de dewlet gundê me yê Avgamasiya ku girêdayî Şirnexê ye şewitand û vala kir. Em ji ber neçariyê koçî navçeya Cizîrê bûn. Lê zext û zilma li ser me dîsa bi dawî nebû. Her carî bi ser mala me de dihat girtin. Gava dihatin bi ser mala me de bigirin her der tar û mar dikirin û hemû hêrsa xwe ji me derdixistin.  Li gund bi zexta cerdevantiyê dixwestin bi me çok deynin, li bajêr jî bi girtin û binçavkirinan heman tiştê armanc dikirin.”   ‘DIBÊJIN QEY DÊ KURD BI GIRTIN Û KUŞTINÊ XELAS BIBIN’   Bayar, bi lêv kir ku zilma li ser wan çiqas zêde bibe dê têkoşîna wan a li dijî zilmê jî mezintir bibe û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya xweseriya cewheriyê de kurê min Mehmet Emîn li Cizîrê şehîd ket. Kurê min Nazir jî çû lê haya me jê çênebûye. Bi taybetî piştî 2016’an dewletê zext û îşkenceya xwe li ser me zêdetir kir. Her hefte bi ser mala me de digirin û ferdên malbata min binçav dikin. Em ê heya kengê di bin vê zext û bindestiya wan de bin. Dibêjin qey dê kurd bi girtin û kuştinê xelas bibin. Lê bila baş bizanibin ku em xelas nabin. Ji ber vê zilm û zordestiya dewletê zarokên min çûn. Me gelek zilm û zordestî dîtiye. Heta ku em sax bin ev zilma li kurdan tê kirin efû nakin.”   ‘EW GIRTIYÊN ME DIKUJIN’   Bayar, diyar kir ku herî dawî 3 kurên wê hatibûn binçav kirin û yek ji wan Abdûllah Bayar hatiye girtin Bayar, destnîşan kir ku kurê wê bêyî sûc hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îşkenceya li zîndanan ji nêz ve dibînin. Hemû kurên min çend caran ketin girtîgehê. Her carê bi zext û zilmeke mezin re rûbirû diman. Malbat jî ev zilm jiya. Gava em diçin hevdîtina zarokên xwe lêgerîna tazî li me ferz dikin. Bi her cûreyê zext û îşkenceyê li girtî û malbatan dikin. Niha jî dibêjin girtî dawî li jiyana xwe tînin an jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Em bawer nakin ku girtî bi vî şiklî jiyana xwe ji dest bidin. Ew girtiyên me dikujin.”   ‘EM Ê LI PEY DOZA ZAROKÊN XWE BIN’   Bayar, bang kir ku girtiyên nexweş bên dermankirin, girtiyên siyasî bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên nexweş gelek zêde nin û nayên derman kirin. Ev zilmeke pir mezin e. Bi vî şiklî dixwazin civakê bitepisînin. Lê em li dû doza girtiyên xwe û têkoşîna wan in. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û em kurd xelas nabin. Em wek kaniyekê nin û hingî me ji destê wan dîtiye têkoşîn û berxwedana me mezintir bûye. Em bi zarokên xwe serbilind in û dê li pey doza wan bin.”