Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne 2022-05-19 09:47:14 ŞIRNEX - Dayika Halîme Temel ku di têkoşîna azadiyê de du zarokên xwe winda kirine bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê da û wiha got: “Divê tu kes li dijî vî şerî bêdeng nemîne. Bêdengî mirinê tîne. Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne.”    Tirkiye di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê kir. Yên ku ji êrişên heyî herî zêde bibandor dibin jî kesên li ser sînor dijîn in. Malbatên ku di salên 90’î de bi darê zorê neçarî koçberiyê hatibûn kirin, îro dîsa rastî heman zextê tên. Yek ji gundên ku di salên 90’î de hatiye valakirin jî gundê Setkarê yê Elkê ya Şirnexê ye. Ji ber şerê heyî zexteke giran li şêniyên gund tê kirin. Şêniyên gund hem li hemberî êrişa Tirkiyeyê û hem jî ji ber hevkariya PDK’ê ya bi AKP-MHP’ê re bi bertek in.      Yek ji şêniyên gund Halîme Temel (65) ku dayika 8 zarokan e, li gundê Navgûza yê Colemêrgê ji dayik bûye û ji ber zextên dewletê neçar dimînin ku koçî navenda Colemêrgê bibin. Di 15 saliya xwe de bi darê zorê tê zewicandin û li gundê Setkarê bi cih dibe. Lê dîsa jî dibin qurbaniyên heman zext û zora dewletê. Di vê navberê de 4 zarokên wê beşdarî revên PKK’ê dibin û ji wan 2 jê jiyana xwe ji dest didin. Dayika Halîme hem qala serpêhatiya xwe û hem jî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê kir.    DI 15 SALIYÊ DE HAT ZEWICANDIN    Dayika Halîmeyê diyar kir ku bêyî daxwaza wê hatiye zewicandin û wiha dest bi serpêhatiya xwe kir: “Malbata min bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibû. Min zarokatiya xwe nejiya. Jiyana min li gund derbas bû. Dema hatim zewicandin hêj zarok bûm. Min rojên xweş jî yên zehmet jî li vir dîtin. Jiyana min a li gundê Navgûza qet nayê bîra min. Dema nû hatim vî gundî bo min jiyan gelek zehmet bû. Min nedizanî bê ka zewac çi ye. Ev 50 sal in ez li vî gundî me. Me li vir karê sewalkarî û çandiniyê dikir.”   ‘ZILM HETA ÎRO JÎ BERDEWAM DIKE’   Bi domdarî dayika Halîmeyê got ku zext û zora dewletê tu carî li ser wan kêm nebûye û wiha domand: “Heman zilm îro jî didome. Di salên 80-90’î de bi ser gelek gundan de girtin, şewitandin û vala kirin. Di sala 1988’an de dewletê bi ser gund de girt û gotin; ‘hûn hevalan xwedî dikin. Ji gund derkevin.’ Me qebûl nekir lê bi darê zorê derxistin. Gundê me şewitandin û xaniyên me talan kirin. Ji ber wê zilmê her yekî berê xwe da cihekî. Em jî çûn Edeneyê. Nêzî 4 sala li wir man. Em nikarin ji axa xwe dûr bisekinin. Lewma em vegeriyan. Gundên me wêran û talan kiribûn. Lewma me li jêra gundê xwe gundekî nû ava kir. Lê bi vegera gund re zilmê li me dikin. Me dest bi karê çandinî û sewalkariyê kir. Li çar aliyên gundê me noqteyên leşkerî hene. Dema em diçin çiyayên gund, me dişopînin. Gundê me her tim dişopînin. Ev zilm e.”    4 ZAROKÊN WÊ TEV LI BÛN   Di berdewamê de dayika Halîmeyê da zanîn ku 4 zarokên wê ji ber zilm û zora dewletê tev li refên PKK’ê bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ewilî kurê min Nacî Temel (Çekdar Kato) di sala 2002’yan tev li bû. 9 salan li wir ma û li Elkê jiyana xwe ji dest da. Keça min Şehrîban Temel (Berfîn Çekdar) jî di 2013’an de tev li bû û di 2018’an de li Bradostê jiyana xwe ji dest da. Li ser televîzyonê hîn bûm ku zarokên min şehîd bûne. Min hêj jî cenazeyê keça xwe nedîtiye. Piştî şehadeta wan jî du zarokên min ên din tev li bûn. Dilê min gelek dişewite. Ma dilê kîjan dayikê naşewite? Li ber çavên me şer diqewime û zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Em bi wan serfiraz in. Hemû zarokên me ne. Çavê me her tim li televîzyonê ye. Yên li çiyê tevek zarokên min in. Em ji bo zarokên xwe jiyaneke azad dixwazin. Bi şev û roj tî û birçî bo gel û welatê xwe şer dikin. Em dixwazin êdî ev xwîn bisekine.”   ‘EM Ê TU CARÎ VÊ XIYANETÊ JI BÎR NEKIN’   Dayika Halîmeyê bal kişand ser şerê li Başûr û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirk ji berê ve dijminatiya kurdan dike. Bi sala ye me kurdan dikuje. Xeynî dewletê, neyarên me yên din jî gelek in. Heke wan neyaran piştgirî nedabûya dewleta tirk, dê nekarîbûya biçe Başûr. Malbata Barzanî bi sala ye neyartiyê li kurdan dike. Niha dîsa heman xiyanetê dike. Barzanî piştgiriyê dide dewleta tirk ku êrişî zarokên me bike. Em wî şermezar dikin. Ma mirov çawa xiyanetê li gelê xwe dike? Çi karê dewleta tirk li ser axa Başûr heye? Ev ne şerê birakujiyê ye. Ev şerê xiyanetê ye. Ew bi xwe jî kurd in. Dewleta tirk dixwaze kurdan tune bike û Barzanî jî piştgiriyê didin wan. Şirîkên komkujiyê ne. Em ê vê xiyanetê ji bîr nekin. Banga me ji dewletê ew e ku destên xwe ji axa Kurdistanê vekişînin. Divê gelê kurd li dijî zilmê rabe ser pêyan û dengê xwe bilind bike. Bi taybetî jî dayik. Em çiqas bêdeng bimînin, dê şer ewqas mezintir bibe. Bêdengî mirinê tîne. Ev hovîtî di çi olan de nîne. Em ne şer lê azadî û aştiyê dixwazin.”