Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin 2022-05-19 09:39:57 ŞIRNEX - Dayikên gêrîllayên HPG’ê ku li herêma şer jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşnê bikaranîna çekên kîmyewî dan û ev tişt gotin: "Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin." Êrişa ku Tirkiyeyê, di 17’ê nîsanê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê da destpêkirin, di roja 32'yan de berdewam dike. Li gorî daxuyaniyên ku ji hêla HPG’ê tên dayîn, Tirkiye di êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Dayikên gêrîlayên HPG’ê ku li herêma şer jiyana xwe ji dest dane, derbarê êrişên bi çekên kîmyewî de axivîn û bertek nîşan dan.     ROBOSKÎ MÎNAK E!   Atiye Can (54) ku kurê wê Ramazan Can (Serbest Botan) di sala 2014’an de tev li PKK’ê bûye û piştî 8 salan di meha sibatê li herêma Avaşînê jiyana xwe ji dest daye, diyar kir ku kurê wê li dijî zilma dewletê tev li nav refên PKK’ê bûye û wiha got: "Dilê min şewitî bila dilê tu dayikek din neşewite. Ji şer re êdî bes e. Bila ev şer bisekine, wê heta kîngê ev şer berdewam bike. Bi kar anîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê ye. Hemû cihan jî gelek baş dizane ku dewleta tirk li Başûr çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi balafiran lê bi kîmyasalê êriş dikin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Beriya çend salan li Roboskî me hemûyan dît ku bi balafirê 34 kesan kuştin. Kesên li Roboskî vê komkûjiyê kirin îro êrişê çiyayên Başûr dikin. Li ber çavên hemû cihanê çekên kîmyewî tê bi kar anîn. Hemû dewlet ji bo vê rewşê bêdeng in."   'BÊDENG NEMÎNIN'   Diş berdewamê de Can, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Kurdistanê dagir bike û gelê kurd bi êrişan tune bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê bi balafiran, bi çekên kîmyewî êrişî çiyayên me dikin. Dewleta tirk li wir çi dike? Hemû neyartiya kurdan dikin. Hemû bûne sîxur û cerdevan. Ger ku nehatina lîstika dewletê em ê îro di vê rewşê de nebûna. Barzanî jî ji bo berjewendiyên xwe piştigiriya dewleta tirk dike. Bila ev şer bisekine û dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berdin. Kezeba min şewitî bila ya tu dayikeke din neşewite. Bila hemû dayik û gelê kurd li dijî vê şerê û bikaranîna çekên kîmyewî rabe ser piyan. Bila tu kes bêdeng nemîne. Ger ku gelê kurd yekitiya xwe ava neke wê ev şer kûrtir bibe."   'BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛC E'   Maşallah Sumer (52) ku kurê wê Veysî Sumer (Çiyager Botan) di sala 2014’an de dema bûyerên Kobanê tev li PKK’ê bûye û piştî ku 8 salan li çiya ma di meha nîsanê de li Zapê jiyana xwe ji dest da jî bi lêv kir ku ew şer û kuştinê naxwazin û wiha got: "Zarokên me li çiyane û bi kîmyasalê êrişê wan dikin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Bi salan e daxwaza me bi tenê azadî û aştî ye. Şûna ku azadî pêk bê, ev şer kûrtir dibe. Kurê min 8 sal bûn tev li PKK’ê bûbû û di meha nîsanê de jî jiyana xwe ji dest da. Çi ji kurdan dixwazin. Armanca wan ew e ku kurdan tune bikin. Lê gelê kurd tu carî xilas nabin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Bila êdî dilê dayikan neşewite. Niha jî bi kîmyasalê êrişê zarok û çiyayên me dikin. Ew nikarin me kurdan bi kîmyasalê xilas bikin. Em gelek caran bûne şahidê bikaranîna kîmyasalê. Gelek zarokên me ji ber kîmyasalê jiyana xwe ji dest dane. Li Cizîrê jî dema komkûjî pêk hat çekên herî giran bi kar anîn. Lê gelê kurd dîsa jî serî netewand. Gelê Başûr jî wê serî netewîne. Li dijî dewleta tirk û Barzanî bi bertek in.”   'BARZANÎ PIŞTGIRIYA HOVÎTIYÊ DIKE'   Di dawiya axaftina xwe de Maşallah, ev tişt gotin: "Ji aliyekî ve jî Barzanî piştgiriya vê hovîtî û komkûjiyê dike. Hemû dewletên navneteweyî li dijî bikaranîna kîmyasalê bêdeng in. Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye. Bi kîmyasalê dixwazin kurdan tune bikin. Li dijî vê şerê divê kurd bibin yek. Ger ku kurd nebin yek dê herin yek bi yek. Em kurd tifaq, azadî û jiyanek aram dixwazin. Bila dev ji vê hovîtiyê û şer berdin. Ên ku vî şerî bidin sekinandin dayik in. Bila hemû rabin li ser piyan û hêza xwe bikin yek. Li dijî bikaranîna kîmyasalê bila tu kes bêdeng nemîne."