Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye 2022-05-19 09:16:03 STENBOL - Parêzer Sezen Ezer diyar kir ku biryara Şûraya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de destkeftiyeke têkoşîna jina ye û got: "Heya Peymana Stenbolê bi awayekî çalak neyê pêkanîn dê têkoşîna me bidome."  Peymana Stenbolê ku di 11'ê Gulana 2011'an de Tirkiyeyê îmzeya xwe danîbû binî, di 1'ê Tîrmeha 2021'ê de bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erodgan hatibû fesixkirin. Bi vê biryarê re di serî de jin gelek partiyên siyasî, baro, rêxistinên civaka sivîl û sendîka daketibûn qadan û bertek nîşandabûn. Her wiha ji bo betalkirina vê biryarê jî serî li Şûraya Dewletê hatibû dayîn.    Desteya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê îtiraz red kiribûn. Piştî vê bi hezaran jin serî li Şûraya Dewletê dabûn. Daîreya 10'an a Şûraya Dewletê di 28'ê Nîsanê de daxwaza 10 saziyên jinan nirxand û ji bo betalkirina biryara Dozgerê Şûraya Dewletê mutalaa berpêş kir.    Ji parêzerên tevli danişînê bûn Sezen Ezer doza didome nirxand.    BANDORA TÊKOŞÎNA JINAN   Ezer diyar kir ku biryara Şûraya Dewletê ya têkildarî Peymana Stenbolê biryareke erênî ye û vê biryarê wekî destkeftiyeke têkoşîna jinan nirxand. Ezer destnîşan kir ku dewlet mudaxileyî binpêkirinên mafan û tahdeya li jinan tê kirin nake. Ezer bibîr xist ku di ser biryara fesixkirinê re nêzî saşek derbas bûye û got: "Di vê demê de jin li hemberî vê biryara li dijî hiqûqê serî li Şûraya Dewletê dan. Ji van serlêdanan danişîna 10 heban jê di 28'ê Nîsanê de li Enqereyê hat lidarxistin. Jin li kuçeyan û hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe domandin. Her tim destnîşan kirin ku dê dest ji Peymana Stenbolê bernedin, heya peyman careke din neyê îmzekirin û bi awayekî çalak neyê pêkanîn dê bitêkoşin. Û me bandora vê têkoşînê di biryara Şûraya Dewletê de dît."    'ME HÊZA JINÊ DÎT'   Ezer bal kişand ser girîngiya peymanê jî û wiha domand: "Li hêwana danişînê nêzî hezar heb jin hebûn û gelek jê jî li derve bûn. Hêwan tije bûbû. Şûraya Dewletê ewilî got, 'cara ewil e ez dibim şahidê dozeke wisa.' Bi destpêkirina danişînê re em pê hesiyan ku polîsan mudaxileyî hevalên me yên li derve kirine. Jinan dixwest têkevin hundir û bibin şahidê wê kêliyê. Di vê navberê de jinên li hundir jî ştiraz kirin û xwestin jinên li derve jî têkevin hundur. Lê heyeta dadgehê got, 'dibe ku hêwan hilweşe.' Me wê rojê li wir hêza tevgera jinê dît. Atmosfera li hêwana dadgehê, ji biryara Şûraya Dewletê wêdetir, têkoşîna salekê ya ji bo Peymana Stenbolê da der."    Ezer anî ziman ku dozger di mutalaaya xwe de diyar kiriye ku serokkomar li gor usûla heyî hereket nekiriye û wiha axivî: "Di danişînê de parêzerên serokkomar jî dîtinên xwe gotin. Parêzeran derpêş kir ku karbidestiyeke texdîrê ya bi vî rengî ya serokkomar heye. Her wiha gotin, 'Li Tirkiyeyê jixwe qanûnên ku jinan diparêzin hene. Pêdiviya me bi peymaneke ku îcada rojavayê ye, tune ye. Qanûnên me hene. Jixwe ev peyman têra parastina jinan nedikir.' Em jî li ber vê rabûn. Me diyar kir ku bê çima ev biryar divê ji texdîra serokkomar re neyê hiştin. Ger di Qanûna Bingehîn de karbidestiyeke ji bo serokkomar tune be, serokkomar nikare karbidestiya xwe ya texdîrê bi kar bîne."    TÊKOŞÎNA JINÊ   Ezer destnîşan kir ku dozger di mutalaayê de diyar kiriye ku peymaneke navneteweyî ya bi pesendkirina meclîsê bes bi biryareke navneteweyî dikare bê betalkirin û biryara hatiye dayîn dijî hiqûqê ye. Ezer di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Hê derbarê vê de biryarek nehatiye dayîn. Li gor usûlê Şûraya Dewletê divê di nava 15 rojan de biryara xwe teblîx bike, lê rabû heya 30 rojî taloq kir. Niha em li benda biryara Şûraya Dewletê ne. Dê di 10'ê Hezîranê de çend dosye bên vekolandin. Helbet mutalaaya dozgeriyê girîng e. Di vê biryarê de bandora têkoşîna jinê heye. Lê heya Peymana Stenbolê bi awayekî çalak neyê pêkanîn dê têkoşîna me bidome."    MA/ Esra Solîn Dal