Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin 2022-05-19 09:15:14 STENBOL - Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku desthilat her ku qels dibe serî li polîtîkayên şer dide û Tirkiye dê wekî êrişên xwe yên berê di vê êrişa nû de jî bi ser nekeve.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û gotin, ev êriş gelan xizantir dikin.    Endamê Hêzên Şoreşger a Ciwanan Candaş Îşcan êrişên Tirkiyeyê wekî""hewldana dagirkirinê" nirxand. Îşcan, bilêv kir ku Tirkiyeyê berê jî bi feraseta şer serî li êrişan daye. Îşcan destnîşan kir ku ev feraseta şer ji xeynî mirin û xizaniyê tiştekî nayne û got: "Dê ev helwdana wan a dagirkeriyê ya îsal jî bi ser nekeve. Armanca vî şerî ew e ku nixumandina ser krîza li welêt e."    ‘DAWIYA DESTHILATÊ HAT'   Îşcan destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê bi van êrişan û çapemeniya xwe xizanî, kedxwarî û talanê rewa dike. Dixwaze ser derzên li hundur bigire û bibêje hemû mesele li derve ye." Îşcan bi lêv kir ku desthilat dizane ku dawiya wê hatiye û lewma êrişên xwe yên li hemberî muxalefetê zêde kirine.    'DIVÊ EM BI SER PERGALÊ DE BIMEŞIN'   Îşcan destnîşan kir ku divê ji dêvla di nava pergalê de bêna sêkirin divê pêngavine radîkal bavêjin û ji bo vê jî divê şoreşger tevbigerin. Îşcan wiha axivî: "Em hem wekî tevgereke şoreşger hem jî wekî tevgereke welatparê divê van gavan bavêjin. Tenê ne li navenda bajaran, li hemû deverên Tirkiye û Kurdistanê divê ev têkoşîn hebe. Divê em bi ser vê pergalê de bimeşin. Divê em derdora şoreşger û muxalif li her derî li dijî van polîtîkayên dagirkirinê bitêkoşin."    ‘DEMÊN WAN ÊN DAWÎ NE'   Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Bayazit jî destnîşan kir ku konsepta şer a Tirkiyeyê konsepta ku hemûq adên jiyanê yên kurdan veguherîne 'dojehê' ye û wiha got: "Faşîzma AKP-MHP'ê dizane ku ev demên wê yên dawî ne. Ber bi têkçûyîn ûr ûxandinekê ve diçe. Çareya vê jî di şer de dibîne. Lewma êrişê dibe ser kurdan. Çend roj berê du welatiyên 80 salî girtin. Girtina van welatiyan tengijandina wan nîşan dide."    ‘GEL ŞER NAXWAZE'   Bayazit bi lêv kir ku şerê tê kirin ne şerê gelan e, şerê rejîma "yekzilamî" ye û got, ev şer şerê AKP-MHP'ê ye û wiha axivî: "Ên cezayê êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dikişînin gelên Tirkiyeyê ne. Gel şer naxwaze. Şer bi kêrî gelan nayê. Di şer de zarok dimirin, mirov dimirin. Ên ji şerê Ûkrayna û Rosyayê re dibêjin na, niha piştgiriya şerê li Kurdistanê dikin. Ev durûtî ye. Li dijî şer in an na? Divê vê yekê bibêjin."    ‘ŞERÊ HEBÛNÊ'   Bayazit gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi bîr xistin ku gotibû "300 kes man, 400 kes man, dê biqedin" û destnîşan kir ku gelê ku ji bo hebûna xwe şer dike dê neqede. Bayazit wiha domand: "Gelê ku ji bo hebûna xwe têdikoşe tu tiştekî wî yê ku winda bike tune ye, lê gelek tiştên ku bi dest bixe heye. Ji lew re gelê kurd ji bo azadiya xwe û nasnameya xwe şer dike. Gelê kurd dixwaze nasnameya xwe bi dest bixe. Kes niakre wan asteng bike. Ew yekê li me bixin, em ê bi hezaran vegerin. Tu nikarî ji kurdekî re bibêjî tirk. Zimanê bi milyonan kurdan wekî 'zimanê nenas' bi nav dikin. Ên bûne sedema vî şerî gelek tiştên wan ên ku winda bikin hene."    Bayazit di dawiya axaftina xwe de got: "Şer ji pşeroja mirovan dixwe. Ev êdî tenê ne li kurdan, bandorê li tevahiya gelên Tirkiyeyê dike. Gel êdî serî radike. Nikare biçe bazarê tiştekî bikire. Enflasyon firiyaye. Tayyîp Erdogan fiyetê fîşekekêd iprise. Gelo haya wî jê heye bê gel di çi halî de ye? Gel ne lif iyetê fîşekekê li fiyetê tiştê ku dê bixwe mêze dike."