‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin' 2022-05-19 09:13:58 ÎZMÎR - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku bi dirûşmeya "Em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin" kampanyayek dabûn destpêkirin, anîn ziman ku bi kûrs û çalakiyên sporê yên di çaçroveya kampanyayê de gelek ciwan ji nav vê dafikê rizgar kirine.  Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 10'ê Îlona 2021'ê de bi dirûşmeya "Em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin" kampanyayek dabûn destpêkirin. Kampanyaya Meclîsa Ciwanan didome. Meclîs di çaçroveya kampanyayê de tax bi tax bi ciwanan re pêwendiyêd atînin û behsa zirarên tiryakê dikin. Her wiha gelek ciwan jî ji bo dev ji tiryakê berdin alîkarî ji Meclîsa Ciwanan a HDP'î dixwazin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Îzmîrê behsa xebatên heya niha û yên dê ji niha û pê ve bikin.    POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET   Ji dilxwazên kampanyayê Serhat Îrlan bal kişand ser sedemên ku ciwanan ber bi tiryakê ve dibe. Îrlan diyar kir ku sedemek jê aborî ye û yek jê jî polîtîkaya şerê taybet a li hemberî ciwanên kurd e û got: "Tiryak û çanda me, ehlaqa me dijberî hev in. Em ciwan li dijî hemû tiryakê bûn. Ciwanan jî ji me dixwest ew dev ji tiryakê berdin. Tiryak li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê wekî parçeyeke şerê taybet li taxên ku kurd lê dimînin tê belavkirin."    TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ TIRYAKÊ   Îrlan bilêv kir ku têkoşîna wan a li hemberî tiryakê tê astengkirin û got, lê haya ciwanan ji her tiştî heye û dê dewlet di vê polîtîkaya xwe de bi ser nekeve. Îrlan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîs dizane kî tiryakê difiroşe û belav dike. Û dikarê pêşî li ber vê bigire. Lê tiryak bi zanebûnî tê belavkirin. Dixwaze ciwan nefikirin, li ser meseleya hûr nebin. Me jî têkildarî vî kampanyaya 'Em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin' da destpêkirin. Di vê kampanyayê de em bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû man. Hevalên me hevdîtin bi wan re kirin xwedî feraseteke cuda ne. Difikirîn 2ez ê tiryakê çawa peyde bikim?' Lê me bi vê xebatê ev yek şikand."    BERPIRSIYARÎ   Îrlan diyar kir ku ciwanên ku wan hevdîtin bi wan re kiriye gelek jê xwestine dev ji tiryakê berdin. Îrlan destnîşan kir ku wan Meclîsa Ciwanan di vî warî de berpirsiyarî hilgirtiye ser xwe û wiha got: "Em bi vê kampanyayê re ciwanan daxilî nava jiyana civakî dikin. Mesela kampanyay me bi tûrnûvayeke fûtbolê dest pê kir. Xebatên me hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê didomin. Bi vê xebatê re bêhna ciwanan derket. Tekane daxwaza malbatan jî ew e ku ciwan ji vê rewşê xelas bibin. Em bang li ciwanan dikin 'Werin di bin banê Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê de xwe bi rêxistin bikin. Em dikarin bi hev re ji ehw van titşan derkevin.' Dem dema me ye."    KÛRS   Ji dilxwazên kampanyayê Hanîfe Çaçan jî bilêv kir ku ji bo ciwanan kûrs li dar xistine û encamên girîng wergirtine. Çaçan wiha axivît: "Di çaçroveya kampanyayê de em kûrsên xwe yên saz, ziman, erbane, gîtar û govendê didomînin. Em ji van xebatan encamên girîng digirin. Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin."    Çaçan destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a li dijî tiryakê bidome û got: "Bi destpêkirina kampanyayê re me plansaziya xwe çêkir. Di vê çaçroveyê de me li taxan belavok belav kirin. Em rû bi rû hevdîtinê bi ciwanan re dikin û serdana malbatan dikin."    MA / Delal Akyuz