Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin 2022-01-20 14:01:35   AYDIN - Nayê zanîn ku Ahmet Goksu yê dema hatibû binçavkirin îşkence lê hatibû kirin û hatibû girtin, birine kîjan girtîgehê.    Ahmet Goksû (55) yê li navçeya Qereyazi ya Erziromê dijiya, di 8’ê Îlona 2017’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin û girtin. 6 sal 3 meh cezayê hefsê ku di dozê de li Goksû hatibû birîn hat pejirandin. Piştî ku cezayê Goksû hat pejirandin, dema di 18’ê Çileyê de hat serdana keça xwe ya li Aydinê, bi şopandina teknîkî hat binçavkirin û girtin. Nayê zanîn ku Goksû birine kîjan girtîgehê û agahî nedane malbat û parêzer jî.    AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN   Lawê Goksû, Sîdar Goksû, diyar kir ku 3 roj in agahiyê ji bavê xwe nagirin, tu agahî ji wan re nehatiye dayîn û agahiya pejirandina ceza ji parêzer re hatiye dayîn. Goksû, dazanîn ku derbarê rewşa bavê xwe de bi fikar in û bi bîr xist ku beriya niha jî li miduriyeta polîsan îşkence li bavê wî hatibû kirin û bi fikarin ku ev rewş were dubare kirin. Goksu bang li rayedaran kir ku dixwazin derbarê rewşa bavê xwe de agahiyan bi dest bixin û destûr bê dayîn ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike.