Malbatên girtiyan li ber ATK'ê nobedê dan destpêkirin 2022-01-20 13:35:00 STENBOL - Malbatên girtiyan ên li pêş ATK’ê hatin cem hev û çalakiya nobedê dan destpêkirin, bertek nîşanî raporên ATK’ê yên “dikare di girtîgehê de bimîne” dan. Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ya li Yenîbosnayê hatin cem hev. Malbatên girtiyan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî piştgiriya çalakiya Înîsiyatîfê kirin.    Endamên Înîsiyatîfê ku diyar dikin her hefte roja pêncşemê bi daxwaza “ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş ATK’ê werin gel hev, xwestin li vir daxuyaniyê bidin. Lê polîsan îdia kir ku biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Bahçelîevlerê heye û çalakiya rûniştinê asteng kirin.    BERTEK NÎŞANÎ ATK’Ê DAN   Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û dayika girtî Perîhan Akbûlût ku bertek nîşanî astengkirinê da, diyar kir ku nexweşxane derbarê girtiyan de rapora “nikarin di girtîgehê de bimîne” didin lê ATK berovajiyê wê rapora amade dike û bertek nişan dan. Polîsan ji berteka dayikê re wiha gotin “Derbarê daxuyaniya çapemeniyê de biryara qedexeyê heye. Li vir daxuyaniyê nedin çapemeniyê.” Piştî ku dayikan bertek nîşanî polîsan dan, polîsan dayik bi “kirina propagandayê” sûcdar kirin.    PIŞTEVANÎ DIDE JIYÎN   Piştî ku dayikan di çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê de israr kir, polîsan li rojnamevanan dan û ji qadê derxistin. Polîsên ku malbat dorpêç kirin, demekî dirêj ev dorpêç berdewam kirin. Lê malbatan dowizên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” vekirin û bertek nîşanî dorpêçê dan. Malbat piştî bertekên ku nişandan ji pêşiya ATK’ê bi darê zorê hatin derxistin.    Malbatên girtiyan, bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî derxistina xwe ya bi darê zorê dan.