Bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye 2022-01-20 12:36:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarên bakurê Kurdistanê di bin berfê de mane. Ji ber barîna berfê ya zêde li bakurê Kurdistanê rêya bi hezaran gund û mezrayan hatiye girtin.  Du sê roj in li bajarên bakurê Kurdistanê bênavber berf dibare. Berfê tesîrek neyînî li ser bajarên bakur kirin. Riyên bi hezaran gund û mezrayên bi ser navçeyên bajarên bakurê Kurdistanê wek Colmêrg, Wan, Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Amed, Êlih, Çewlig, Mûş, Agirî, Erzirom, Qers, Îdir, Erdexan, Dersimê hatine girtin. Çûnehat tune ye û navber dane perwerdehiyê û dibistan bûne betlane. Bi taybetî li herêma Serhedê hêj berf dibare û tê gotin di çend salên dawî de herî zêde îsal sir û seqem hatiye.