Malbata Şenyaşar: Heta ku jiyan bidome wê têkoşîna me berdewam bike 2022-01-20 11:41:31 RIHA - Malbata Şenyaşar ku tekoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne, ev peyam parve kir: “Heta ku jiyan bidome we têkoşîna li dijî zilmê jî bidome.” Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 318’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nikarî were pêş edliyeyê û nobet li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam kir.    Ferît Şenyaşar îro tena serê xwe li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê da destpêkirin. Şenyaşar, duh bi befrê li ser betonê “Roja 317’emîn” nivîsandibû lê polîsan bi gotina “qedexeye ku li ser dîwarê cemaweriyê nivîs were nivîsîn” mudaxile kiribû. Şenyaşar, îro jî li ser blokên beton “Roja 318’emîn” nivîsand.    ‘WÊ TÊKOŞÎN BIDOME’   Malbata Şenyaşar, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Bila kesên ku li Tirkiyeyê behsa edaletê dikin û vê zilma bi rêya darazê li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dike nabînin, şerm bikin. Heta ku jiyan hebe, wê têkoşîna li dijî vê zilmê berdewam bike.”