ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-20 09:00:41 * Parêzer Yaşar Kaya, diyar kir ku bi hinceta demboriyê girtin dosyeya Cemîl Kirbayir, biryareke parastina kiryarên 17 hezar kesî ye. Kaya got, dê dosyeyê bişînin AYM'ê.  * Tetikkêşê Komkujiya Konyayê Mehmet Altûn, beriya bûyerê 17 rojan li otêlên luks di "kampên moralê" de maye. Parêzer Atîlla Kart gotÇ "Em dibînin ku Altûn wekî tetikkêşekî profesyonel hatiye hazirkirin."    * Azîz Mahmût Koç ku 14 salan di girtîgehê de ma, diyar kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî bîr û bawerî hilberandine û got: "Me girtîgeh veguherand zanîngehê."    * Ji perwerdekarên Ma Musicê Evîn Tiryakî, diyar kir ku dê bi boneya 4'emîn salvegera Ma Musicê çalakiyên "Rojên Muzîkê" li dar bixin û got: "Em ê zarokên vî bajarî bê muzîk nehêlin."    * Danişîna duyemî a doza kujerê Denîz Poyraz ku jê tê darizandin wê di 24’ê çile de were lidarxistin. Tê payîn ku girseyek qelebalix beşdarî danişînê bibe.    * Lingê rastê yê Abdulkadîr Kûday ê piştî hat girtin û nehat dermankirin felc ma. Kûday ê piştî salan teşhîsa xelet danîn ser û emeliyat kirin, hate asta ku nikare bimeşe.     * Nobeda malbata Şenyaşar dê di roja 317’an de berdewam dike.    * Wê danişîna Rojnameger Abdûrrahman Gok ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê daizandina li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Wê danişîna doza ku li Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin hatiye vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Wê danşîna doza ku li siyasetmedarên HDP'î Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik hatiye vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê wê civîna çapameniyê li dar bixe û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan bike. (11.00) ZINDÎ   * Wê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê derbarê dozên ku li Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan hatine vekirin de civîna çapameniyê bê lidarxistin. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê derbarê mitînga ku wê di 22'ê çileyê de li Qada Stasyonê li dar bixe dê li avahiya xwe daxuyanî bide. (11.00) ZINDÎ   * Ji bo rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel wê Komîsyona Tevlîhev a ji komîsyonên Destûra Bingehîn û Edaletê pêk tê li hev bicive. (11.00)   *Nobedên Edaletê yên malbatên girtiyan ku li baroyên Amed û Wanê dane destpêkirin wê berdewam bikin. (13.00-16.00)