Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da 2022-01-19 23:07:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê Seroka Komîteya Meclîsa Rêvebir a Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da.    Henan Hesen Ehmed, bavê Seroka Komîteya Meclîsa Rêvebir a Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê jiyana xwe ji dest da.    Ehmed di sala 1938'an de li gundê Zerko yê navçeya Raco ya Kantona Efrînê hatibû din. Di salên 80'yî de tevli xebatên şoreşgeriyê bûye. Li Heleb û Tebqayê di nav xebatên rêxistinkirinê de cih girtiye.