Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e 2022-01-19 17:12:40 ENQERE – Huseyîn Karababa ku di danişîna Komkujiya Madimakê de axivî, bi lêv kir ku di sûcekî ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin de demborî ne pêkan e.    Li Otela Madimakê ya Sêwazê di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de 33 nivîskar, hunermend û rewşenbîr û 2 xebatkarên otelê bi şewitandinê hatin qetilkirin. Doza Komkujiya Madimakê, ji aliye 3 faîlên li Almanyayê dijîn ve li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, rêveberên HDP’ê yên Enqereyê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Bektaşî ya Elewiyan, Komeleyên Elewiyan ên Şoreşger, Weqfa Çandê ya Anatoliya ya Haci Bektaşi Velî, Nûnerên Weqfa Çand û Hunerê ya Huseyîn Gazî tevlî danişîna doza ku ji aliye bersûcên fîrarî Mûrat Songûr, Eren Ceylan û Mûrat Karataş ve berdewam dike bûn. Li eywana ku ji Sefirtiya Holandayê jî çavdêr hebûn, gelek temaşevan û rojnamevan jî amade bûn. Şandeya dadgehê bersivên muzakereyên di danişîna bere de hatibûn nivîsîn xwendin.    BERSÛC TÊN PARASTIN   Piştî xwendina bersivên muzakereyan Huseyîn Karababa yê di komkujiyê de birayê xwe winda kir mafê axaftinê girt û wiha got: “Di sala 2007’an de me ji bersûcan Îhsan Çakmak Sagmacilar dabû girtin. Lê bersûcê di deriyê pêş de ketibû hundir we di deriyê paş de berda. Pişt re dîsa li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dest bi xebitînê kir. Ev jî dide nişandan ku dewlet bersûcên Komkujiya Sêwazê diparêze.” Karababa, bi lêv kir ku di sûcekî ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin de demborî ne pêkan e.    Pişt re parêzerê Karababa Ozgur Pîroglû, parêzer Husniye Şîmşek û Şenal Sarihan axivîn. Piştî parastina parêzeran dozgeriyê mutaalaya xwe pêş keş kir û daxwaza beşdarbûna dozê ya Komeleya Pîr Sûltan Abdal betal kir.    Dûre şandeya dadgehê biryar da ku biryara berdewama girtina bersûcan Eren Ceylan, Mûrat Karataş û Mûrat Songûr bidome, hewce nake ku Mehmet Agar were guhdarkirin, ji ber rast e rast zirar nedîtiye daxwaza tevlîbûna dozê ya Komeleya Pîr Sûltan Abdal qebûl nekir û danişîn taloqî 20’ê Nîsanê kir.