‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’ 2022-01-19 16:25:21 AMED / WAN – Malbatên girtiyan çalakiyên Nobeda Edaletê didomînin û gotin: “Berfa ku dibare agirê di kezeba me de natefîne.”  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan li Amedê û Wanê berdewam dike.    Nobeda Edaletê ya malbat ku li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 65’emîn de ye û malbat îro jî evî berfa ku bariya û rê hatin girtin jî çûn baroyê nobedê girtin.    BARÎNA BERFÊ JÎ WAN ASTENG NEKIR    Xezal Yildirim a beşdarî nobedê dibe diyar kir ku ew bi lawê xwe Mehmet ku li Girtîgeha Bafraya Samsûnê girtî ye re bi telefonê axivî ye û wiha got: “Li gel ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan û berdana wî hatiye taloqkirin. Bila êdî zarokên werin berdan. Em aştiyê dixwazin. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Tevî vê hewa sar û berfê jî ji Parka Koşuyolu heta vir meşiyam û hatim. Ez du caran bi re de şemitîm û ketim erdê. Heta zarokên me werin berdan em ê li vir bin.”    KEZEBA WAN DIŞEWITE    Xwişka girtî Încî Guler jî wiha got: “Em naxwazin ji hefs û zindanan cenaze derkevin. Vê berfa ku bariyaye agirê di kezeba me de natefîne. Çimkî girtiyên me nexweş ji bîra me dernakevin. Heta em bigihîjin encamê em ê li vir bin. Em ê li pey zarokên xwe bin.”     LI WANÊ NOBED DI ROJA 40’Î DE YE    Nobeda Edaletê ya malbatan ku li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 40’î de berdewam kir. Gelek kesan serdana nobedê kirin û piştevaniya malbatan kirin.