Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin 2022-01-19 15:52:19   ENQERE - Ferdên malbata Dedeogullari serdana Koma HDP’ê kirin. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûh Olûç xwest kesên komkujiya malbata Dedeogullari bi kujer dan kirin û plansazên komkujiyê derkevin holê û got: “Ne diyar e ku kujer bi kê re hevdîtin kiriye. Di vê mijarê de gelek pirs hene û nayên lêkolînkirin.”    Çetîn Dedeogullari yê 7 ferdên malbata wî bi êrişek nijadperest li navçeya Merama Konyayê hatin qetilkirin, li gel mamê xwe Erdal Rifatogullari û ji parêerên dozê Ebrû Akkal serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Cîgirên Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç ferdên malbatê pêşwazî kirin. Piştî hevdîtina ku hat kirin, li odeya civînê ya Koma HDP’ê daxuyaniya hevpar hat dayîn.    OLÛÇ: GELEK PIRS BÊBERSIV MANE    Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku êrişên li dijî malbata Dedeogullari bi awayek cidî li ber çavan nehat girtin û di encamê de 7 ferdên malbatê bi hovane hatin qetilkirin. Olûç xwest kesên komkujiya malbata Dedeogullari bi kujer dan kirin û plansazên komkujiyê derkevin holê û got: “Ne diyar e ku kujer bi kê re hevdîtin kiriye. Di vê mijarê de gelek pirs hene û nayên lêkolînkirin. Lê wê têkoşîna me ya hiqûqî û siyasî li dijî vê komkujiyê û dozê berdewam bikin.”    DEDEOGULLARI: DOZGER TENÊ LI KUJER GUHDAR DIKE    Çetîn Dedeogullari jî derbarê serdanê de axivî û got: “Em spasiya HDP’ê dikin. Hûn şopdarê vê dozê ne. Ev êrişa li dijî malbata min pêk hat êrişek dij mirovane ye. Divê ev komkujî tenê bi gotinên kujer re sînordar nemîne û bi temamî were lêkolînkirin. Dozger bi gotinên kujer re bi sînor maye. Tu lêkolînek berfireh nehatiye kirin. Parêzerên me lêkolîn dikin. Ez dixwazim hem partiyên siyasî, hem însan hem jî medya li ser vê komkujiyê raweste û lêkolîn bike. Em hêvîdarin wê edalet cihê xwe bibîne. Pêwîste dozger, dadger û parêzerên li dosyeyê dinêhirin baş lêkolîn bikin.”    BEŞTAŞ: BÊCEZAKIRIN RÊ LI BER KOMKUJIYÊN NÛ VEDIKE    Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku bêcezakirina kujeran rê li ber komkujiyên nû vedike û got: “Dozger bi awayek têr û tije komkujiyê lêkolîn nekiriye. Dozger bi bersûcan re li hev kiriye. Lewma jî bersûc-êrişkar hatin berdan. Bersûc yeko yeko serbest hatin berdan. Em li cem malbata Dedeogullari ne. Em bang li dozgeran jî dikin û dibêjin, wezîfeya we ne ew e ku hûn bersûcan biparêzin. Divê hûn delîlan derxin holê.”