Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn 2022-01-19 15:22:50 AMED-  Li taxên navenda navçeya Peyasê, ji ber berfê rê hatine girtin û ceyran jî hatiye birîn.  Duh saetên berê evarê li bajarên bakurê Kurdistanê berfê dest pê kir û li gelek bajaran heta niha jî barîna berfê didome. Li bajarên ku ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin ji ber xizmet nayê kirin welatî bi barîna berfê re şerpeze bûn û gelek zehmetî dikişînin. Rexmî ku navenda bajar e jî li taxên navçeya Peyasê ya Amedê heta van saetan jî rê nehatine vekirin.    Di ser vê rewşê de ji aliyê DEDAŞ'ê ve bi qasî 7 saetan ceyran jî li welatiya hat qutkirin. Welatiyên dan zanîn ku ji bo berdana ceyranê li DEDAŞ'ê geriyan DEDAŞ'ê ji wan re gotiye ku îro naxebitin.    Li taxa Beşyuzevler a navçeyê welatiyên ku rêyên wan nehatin vekirin ji bo ku biçin karê xwe bi qasî 2-3 kîlometreyan meşiyan.    Li taxê welatî ji ajanse me re axivîn û bertek nîşanî rewşê dan.    'QEYÛM NAŞIXULE'   Welatiyê bi navê Şaban Gumus, diyar kir ku 2 kîlometre bi piyan diçe mala xwe û wiha axivî: "Qeyum naşixule, rêyan venekiriye. Ji sibehê ve berfê rêyên me girtiye. Gel maxdûr dibê."   'BILA RÊYA ME VEKIN'    Abdûrahîm Kavûş ku bi peya diçû karê xwe jî da zanîn ku rexmî ji piyê xwe astengdar e jî bi piyan diçe karê xwe û wiha got: "Çima rêyê me venakin. Yek nexweş bikevê wê çawa biçe nexwaşxanê. Bila rêya me vekin."   'NE RÊ NE JÎ CEYRAN HEYE   Garip Tazecan jî bal kişand ser girtina rê û qut buna ceyranê û bi van gotinan bertek nîşanî rewşê da: "Hûn dibînin, gel di rêyan de mane. Çend saatên rêyên me venekirinê. Çend saetên ku ceyrana me jî tûne ye. Em li DEDAŞ'ê digerin dibejin, 'me navber dayê'. Ne ceyran heye ne ji rêyên me vekirîne."