Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê 2022-01-19 09:16:47 ENQERE - Hişyar Ozsoy ê HDP'î ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş li qada navneteweyî têkiliyan datîne got: "Girtîgeh bûne navendên mirinê. Ji bo CPT demildest bê, çi ji destê me bê em ê bikin."  Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (CPT), li Ewropayê pêwendiyên xwe yên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê, rewşa girtiyên nexweş û tecrîda li Îmraliyê didomîne. Rayedarên HDP'î ku raporên amade kirine bi saziyên navneteweyî re parve dikin, ji bo Tirkiye têkildarî rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gavina bavêje xebatên xwe didomînin.   Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xebatên li qada navneteweyî yên di vî warî de axivî.    ‘ME 5 RAPOR AMADE KIRIN'   Ozsoy, diyar kir ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir dijwar bûne û di serî de ji bo binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê û bi giştî ji bo yên tevahiya girtîgehan gelek caran hevdîtin bi rayedarên CPT'yê re kirine. Ozsoy, destnîşan kir ku di demên dawî de li qada navneteweyî jî fikarên ji bo Îmraliyê zêde bûne û CPT jî hay ji vê heye.    Ozsoy got: "Li bara CPT'yê jî fikar zêde bûne. CPT, wekî prosedur nabêje dê kengî biçe. Lê belê demildest divê biçe. Me HDP, di dema pandemiyê de 5 rapor amade kirin. Me rapora dawî jî di meha Çileyê de şand."    ‘VEGUHERÎN NAVENDÊN MIRINÊ'   Ozsoy, diyar kir ku heya niha têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê gelek pêwendî danîne û got: "Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab e. Tenê ne ew, li girtîgehan zêdetirî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Di meha Kanûnê de cenazeyên gelek girtiyan ji girtîgehan derketin. Rewş her diçe xirabtir dibe. Heya niha me ji bo girtîgehan digot, navendên îşkenceyê. Lê niha bûne navendên mirinê. Darbest ji girtîgehan derdikevin. Ji xeynî girtiyên nexweş, hin girtî hene ku ji bo wan derpêş dikin xwe kuştine. Lê malbat û parêzerên girtiyan dibêjin ev nexwekuştin e. Em behsa girtîgehên bûne navendên mirinê dikin. Ev hovîtî ye."    ‘DÊ HEWLDANÊN ME BIDOMIN'   Ozsoy, destnîşan kir ku girtîgeh, girtiyên nexweş rojeva wan a sereke ne û got: "Berê me têkildarî rewşa Îmraliyê gelek xebat kirin. Konseya Ewropayê jî di nav de me pêwendî bi gelek derdoran re danî. Dê di pêvajoya pêşiya me de hewldanên me ji bo rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bin. Me bi Tinu Kox ku dê di nêz de bibe Serokê Konseya Ewropayê û hin nûnerên saziyên cuda re hevdîtin kirin. Wan jî soz da ku dê vê meseleyê têxin rojeva Komîsertiya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê. Dê di dawiya meha Çileyê de danişînin Konseya Ewropayê çêbibin. Têkildarî vê dê hewldanên me yên ji bo girtiyên nexweş hebin."    ‘DEMILDEST DIVÊ CPT BIÇE'   Ozsoy, bibîr xist ku CPT organek Konseya Ewropayê ye û demildest divê dest bi serdanên xwe yên li Tirkiyeyê bike. Ozsoy, bilêv kir ku di dawiya serlêdanan de amadekairina raporan tenê ne bes e, ji bo tiştên di raporan de hatine destnîşankirin gav bên avêtin û hin mueyîde hebin.    Ozsoy, destnîşan kir ku divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin û got: "Her ku rageşiya siyasî ya li Tirkiyeyê zêde dibe, her ku di meseleya kurdî de mantiqa eskerî zêde dibe, girtîgeh bêtir dibin hedefa dewletê. Bi çavê girtî û hikumxwaran li yên di girtîgehê de mêze nakin, bi çavê dijminan li wan mêze dikin. Ji bo CPT demildest bê, çi ji destê me bê em ê bikin."    ‘BERPIRS KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ YE'   Ozsoy, destnîşan kir ku berpisiyariya sereke ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye û got: "CPT, organek teknîkî ye. Wekî CPT'yê Komîsyoan Venedîkê jî heye. Komîsyona Venedîkê, li hiqûq, qanûnên bingehîn ên endamên Konseya Ewropayê mêze dike bê ka li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne yan na. Hêza wan a mueyîdeyê tune ye. Ya ku divê biryarên CPT'yê pêk bîne Konseya Ewropayê bi xwe ye. Ên biryarên dadgehê pêk bîne û li gor raporan tevbigere Tirkiye ye. Ger wekî welatek endam pêk neyne, nexwe ji bo vê divê hin mekanîzma hebin, ji bo pêkanînê. Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran a Ewropayê endamtiya Tirkiyeyê dane ber nîqaşan."    Ozsoy, destnîşan kir ku li hemberî vê helwesata Tirkiyeyê êdî deng bilind dibin û got: "Konseya Ewropayê êdî divê bi awayekî zelal bi Tirkiyeyê re biaxive. Êdî mesele tenê ne ew e ku Tirkiye li gor biryarên A, B, C tevbigere. Tirkiye bi guhnelêkirina biryaran mînakeke xerab e. Endamên Konseyê jî dê bêjin 'ger Tirkiye pêk neyne, ez jî pêk naynim.' Piştî wextekê dê veguhere saziyeke pûç ku kes guh li tu biryaran nake. Ev talûkeyeke mezin e. Ger Tirkiye gaveke maqûl neavêje, dê di sala 2022'yan de têkiliyên wê yên bi konseyê re derb bixwin."    MA /  Berîvan Altan