ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-19 09:00:43 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû xistina PKK’ê ya lîsteya “rêxistinên terorê” heta pêvajoya komploya navnetewî ya 1999’an berdewam kiriye û gotibû: “Li cihek ku 50 hezar kes miribe li wir behsa terorê nayê kirin, li wir şer heye.”  * Bijîşk Yadaşt Salih ê li bajarê Silêmaniyê dixebite diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî bandoreke neyînî li ser tendûristiya herêmê dike û got: "Di demeke kurt de wê organîzmayên şêniyên herêmê zirar bibîne û tune bibin."   * Hişyar Ozsoy ê HDP'î ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş li qada navneteweyî têkiliyan datîne got: "Girtîgeh bûne navendên mirinê. Ji bo CPT demildest bê, çi ji destê me bê em ê bikin."    * Înfaza girtiyê nexweş Hasan Aşa ku ji sedî 91'ê fonksiyonên laşê wî betal bûne, hat şewitandin. Aşa ji ber vê 10 rojên tedawiyê qebûl nake.    * Erkan Ozdaş ku çû hevdîtina hevjîna xwe Cîhan Ozdaş a di Girtîgeha Bunyanê de, diyar kir ku gardiyanan jê re gotiye "Ji ber ku tu hevjînê Cîhanê yî, hûn nikarin li kêleka hev du rûnên."    * Abdulhalîm Vûral ku tevî malbatên girtiyên nexweş ji bo hevdîtinan çû Enqereyê, xwest kurê wî Mehmet Halîs Vûral û girtiyên din ên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan.   * Derket holê ku kafeya nargîleyê ya Serokê Yeşîlayê ya Şaxa Amedê Mesna Şîmşek heye.   * KASED wê li Mêrsînê konserek li dar bixe. Cejna Sarûhan a ku amadekariya konserê dike banga konserê kir û got: "Em li dijî feraseta ku jinê nahesibîne piştevaniya hunermendên jin bikin."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 316'an de berdewam bike.    * Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Ohran Karaagar wê di salvegera 29'emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe were bibîranîn. (12.00)   * Xizmên Malbata Dedeogullari û parêzerên malbatê wê serdana Koma HDP'ê ya li Meclîsê bikin û daxuyaniya hevpar bidin. (12.30)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê wê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Doza Qetlîama Madimaka Sêwazê wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were lidarxistin. (14.00)   * Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk wê di salvegera 15'emîn a qetilkirina xwe de li ber rojnameya Agosê were bibîranîn.  (15.00)    * Xebatên mitînga HDP'ê ya wê di 22'yê mehê de li Qada Îstasyonê were lidarxistin dê berdewam bikin. (13.00-16.00)