Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe 2022-01-18 16:15:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê ji bo derketina ji navçeya Sinûnê gef li Asayîşa Êzîdxanê xwariye. Li Şengalê ev çend roj in liv û tevgere Artêşa Iraqê berdewam e û ev rewş rê li ber gelek aloziyan vedike. Ev çend roj in artêşa Iraqê bi hincetên cûda hêza xwe ya li Şengalê berfireh dike û rê li ber zemîna provokasyonan vedike. Herî dawî jî îro saet di 13:00’an de Qayit Ameliyatê Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet dem dide hêza Asayîşa Êzîdxanê ya dewra nahiya Sinûnê, da ku ji cihê xwe derkeve. Her wiha gef li asayîşa Êzîdxane kiriye ku eger ji cihê xwe dernekevin, ewê hêza zorê bikar bînin.   Ji ber vê gefxwarina artêşa Iraqê aloziya li nahiya Sinûnê berdewam dike.