Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide 2022-01-18 16:14:50   AMED - Hevseroka Rêxistina HDP’a Amedê Gulistan Atasoy serdana Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan kir û got ew ê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li mitînga dê li Qada Îstasyonê li dar bixin de bînin ziman.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan li Bariya Amedê di roja 64’emîn de berdewam kir. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê serdana nobetê kirin.    ÇI HEWCE BIKE DÊ BIKIN    Ji malbatên girtiyan Reşahat Ada diyar kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û got: “Em di xwesteka edaletê de bi israr in. Em ê biçin saziyan jî, biçin ATK’ê jî û kuçeyan jî. Çi hewce bike em ê wê bikin. Têkoşîna zarokên têkoşînek bi rûmet e. Lewma wê serê xwe netewînin. Ji doza xwe ne poşman in.”    ATASOY: DIVÊ NOBET WERE BELAVKIRIN    Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî da zanîn ku serî rakirina dayikan li bajarên din jî belav bûye û wiha got: "Ev daxwaz tenê ne daxwaza vir bi tenê ye. Daxwaza bi milyonan xelkê ye. Heta ku yasa û hiqûq neyên şixûlandin em ê nikaribin behsa azadî û demokrasiyê bikin. Lewma divê bi milyonan însan deng bide vê têkoşîna malbatan. Pêwîste hem li Tirkiyê hem jî li Kurdistanê piştevaniya daxwaza malbatan were mezinkirin.”    BANGA BEŞDARIYA MITÎNGÊ    Atasoy bi bîr xist ku HDP wê di 22’yê çile de li Qada Îstasyonê bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” li dar bixe û wiha got: “Em mitîngek mezin li dar dixin. Ji bo tecrîd rabe, girtiyên nexweş werin berdan, binpêkirinên mafan werin bidawîkirin, kesên ku bi neheqî girtî ne werin berdan em ê li Qada Îstasyonê bin. Em dixwazin her kesê li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan be û edaletê dixwaze beşdarî mitînga me bibin.”