HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand 2022-01-18 15:42:19   AMED- HDP, xebatên xwe yên mitînga ku wê di 22'ê çileyê de li Amedê li dar bixe li navçeya Bismilê domand.   Partiya Demokratîk'a Gelan (HDP), wê di 22'ê çileyê de bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Qada Stasyonê ya Amedê mitîngek li dar bixe. Rêxistinên HDP'ê yên Amedê xebatên xwe yên mitîngê li navçeya Bismilê domand. Di çarçoveya xebatan de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag serdana navçeyê kir û li avahiya partiya xwe ya navçeyê bi gel re civiya. Gelek kes tevlî civînê bûn.    'MITÎNG BI QASÎ NEVROZÊ GIRÎNG E'   Di civînê de Parlamenter Dersim Dag axivî û bi van gotinan bal kişand ser mitînga ku wê li Amedê li dar bixin: "Mitîng qasî Newrozê girîng e. Bila hemû gelê me bi rengên xwe li qada stasyonê bin û diyar bikin ku HDP gel e û gel tûcar serî natewîne. Îro li ser vîna gelê kurd, li ser tekoşîna gelê kurd erîş pêk tên. Ev mitîng ji bo xwedî derketina li vîna gelê kurd e. Em dizanin ku kengî tecrîd kûr bibe, li her alî pirsgirek dertên holê."   'HDP TÛCAR SERÎ NATEWÎNÊ'   Di berdewamê de Dag, bal kişand ser  doza girtinê ku li partiya wan hatiye vekirin û wiha got, "Gelek partiyên kurdan hatin girtin lê tûcar nikarin peşiya me bigirin. Îro HDP partiya hemu gelan e. Hemu gel di bin siwana HDP'ê de hatine ba hev. AKP û MHP ji vê ditirsin. Dibînin ku li dijî faşîzma wan tenê HDP serî radikê ji bo wê jî êrişî HDP'ê dikin. Lê bila bizanibin ku HDP tûcar serî natewîne û her tim li hemberî zilma wan serî radike."   'EM Ê BERSIVA BAHÇELÎ BIDIN'   Dag, derbarê daristana ku tê plankirin li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li Kirklar Daxî bê avakirin de jî ev tişt anîn ziman: "Heqaretê li gelê kurd dikin. Navê kujerên kurdan li erdnîgariya Kurdistanê dikin. Gelo gel vê qebûl dikê an na? Em ê bersiva wan li Amedê bidin. Hedê wan nîne ku li heqeretê li kurdan bikin. Amed nîşana Kurdistanê yê Amed çawa be Kurdistan jî bi wî rengî ye."   Di dawiya axaftina xwe de Dag, bang li Bismiliyan kir ku tevlî mitînga ku wê li Amedê bê lidarxistin bibin.