29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in 2022-01-18 11:09:22 WAN - Eşref Karaagar ê birayê belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ku hatibû qetilkirin diyar kir ku kujerên kekê wî tên zanîn û got: “Orhan jî wek her kesî dizanibû li pêşiya wî mirin heye, lê dîsa jî di rojnameyê de xebitî.”  Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê çileya 1993’yan de li naverasta kuçeyê li Wanê hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina Karaagar re 29 sal derbas bûn. Dema diçe mala xwe li Cadeya 2’yê Nîsanê kesên çekdar gule lê direşînin û wî qetil dikin. Tevî ku ewqas sal di ser kuştina wî re derbas bûn jî hêj kujer nehatine dîtin.    Karaagar di heyama darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de du sal û nîv di Zindana Amedê dimîne û tê berdan. Di damezrandina Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê de cih digire. Di sala 1991’an de li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê dike û wextê rojname belav dike jî gelek caran gefên kuştinê lê tên xwarin. Karaagar gotibû, “Heta ez hebim ez ê vê rojnameyê belav bikim.” Û heta roja ku hat qetilkirin jî rojname belav kirin.    DI ZINDANA AMEDÊ DE DIMÎNE    Eşref Karaagar ê birayê Orhan Karaagar diyar kir ku kekê wî kesek şoreşger bû û wiha got: “Di salên 1970’an de tevgerên kurd bandor li ser wî jî kiribûn. Orhan vê tesîrê kiribû ruhê xwe. Ew her tim bi sekna xwe ya şoreşger û mirovek baş tê bîra me. Piştî darbeya 1980’yî me dît ku em jî ketine nava vê xeleka agir. Di sala 1982’yan de hat giritn û wî xistin Zindana Amedê. Piştî ku derket jî li cihê mayî têkoşîna xwe dewam kir. Pişt re kirasê ji hesin li xwe kir û ket nava pêvajoya dijwartir.”    BERXWEDAN JÎ BEDEL JÎ GIRAN BÛN    Karaagar anî ziman ku piştî 1980’an bi mezinbûna têkoşîna kurdan re bedelên giran hatin dayîn û got: “Dema têkoşîn mezin bû, helbet hem berxwedan hem jî bedel jî giran bûn. Piştî ku kekê min li rojnameyê dest bi xebatê kir, êdî kirasê ji hesin li xwe kir. Ev yek ji bo hemû xebatkarên rojnameyê derbasdar bû. Êdî gotina ‘kî çiqas bijî’ di hişê me de diçû û dihat. Her kes li ser agir bû. Li bakurê Kurdistanê cînayetên kiryar nediyar, qetilkirinan û kuştinan dest pê kiribû. Dayika min, hevjîna wî û em hemû êdî ji bo Orhan ketibûn nava fikaran. Lê me dizanibû Orhan xebata rojnameyê kiribû terzê jiyana xwe. Orhan jî wek her kesî mirinê da ber çavê xwe û xebata xwe domand. Wek hevalên xwe din ew jî hat qetilkirin.”    QETILKIRIN NEHAT RONÎKIRIN    Karaagar behsa roja kuştina kekê xwe Orhan kir û got bi awayek nemerdane hat qetilkirin. Karaagar destnîşan kir ku li gel kiryar an jî kujerên kekê wî diyar in lê qetilkirina kekê wî wek gelek qetilkirinên din kiryar ‘nediyar’ ma û heta niha jî tu encamek derneketiye. Karaagar anî ziman ku tu ferqa niha ji salên 90’î nemaye û hêj xerabtir bûye û got: “Hêj rojnamevan, ronakbîr di zindanan de ne. Lê çi dibe bila bibe, hêviya me tu demê neçilmîsî û ev hêvî her ku diçe mezin dibe û em têkoşîna xwe didomînin.”    MA / Adnan Bîlen