Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan 2022-01-18 09:00:32 STENBOL - Heyeta Şopandina Girtîgehên Marmarayê ku ji bo meseleya girtiyên nexweş, girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û zextên li girtîgehan çareser bike hat avakirin, ragihand ku ji bo rayedar gavina bavêjin çi hewce be dê bikin.  Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê îşkence, muameleyên xirab, avêtina ser qawîşan, lêgerîna tazî, meseleya ava germ, cezayên dîsîplînê, desteserkirina amûran û şewitandina înfazan diqewimin. Ji xeynî van binpêkirinên mafan rewşa gritiyên nexweş jş her diçe xirabtir dibe. Girtiyên nxweş bi awayekî rêk û pêk nayên dermankirin û sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Girtiyên ku nexweşxane raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" didin wan jî berdana wan bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" ên Saziya Tiba Edlî (ATK) tê redkirin.    Li dijî van pêkanînan rêxistinên mafên mirovan, tenduristî û hiqûqê jî zend û bend badan. Ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin di 12'ê Çileyê de Heyeta Şopandina Girtîgehên Marmarayê hat avakirinç Di nav vê heyetê de 12 rêxistinên maf, hiqûq û tenduristiyê hene.    Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ên di nav Heyeta Şopandinê de ne têkildarî xebatên heyetê de axivîn.    Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku girtîgeh navenda binpêkirinên mafan e û ji bo li dijî van binpêkirinan bitêkoşin ev heyet ava kirine. Yolerî, destnîşan kir ku bawer dike ku dê heyet encamên baş bi dest bixe. Yolerî, da zanîn ku Heyeta Şopandinê ewilî dixwaze rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin çareser bike û got: "Ewilî em ê li ser vana bisekinin. Em hewl didin bi van xebatên xwe bikin ku rayedar gavina bavêjin."    PIŞTEVANIYA BI MALBATÊN GIRTIYAN RE   Yolerî, ragihand ku dê Heyeta Şopandinê di nêz de dest bi xebatên xwe bike û di nêz de dê ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re tevbigerin. Yolerî, destnîşan kir ku meseleya girtîgehan meseleya tevhiya civakê ye û got: "Em kesên li derve gava bibin yek em ê karibin vê meseleyê çareser bikin. Têkoşîna me ya bi salan ev tişt rê me da. Têkoşîna li derve jî ji bo bibandor be pêdivî bi yekîtiyeke xurt heye. Lewma divê her kes xwedî li xebatên heyetê derkeve û piştgiriya wê bike."    TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ   Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe jî destnîşan kir ku girtîgeh bûne cihê îşlenceyê û muameleyên xirab. Efe, anî ziman ku girtîgeh bandoreke pir nebaş li ruh û bedena girtiyan dikin û deverine ji tenduristiyê xalî ne. Efe got: "Li girtîgehan girtî nikarin bêhnê bistînin, cihwar tê tengkirin, kes bi tenê tên hiştin. Ev ne tiştekî însanî ye. Girtiyan di wext de nabin revîrê û nexweşxaneyê. Dermanên wan di wext de nayên dayîn. HEr wiha di dema pandemiyê ev yek dijwartir bûye. Girtî di şert û mercên tecrîda li ser tecrîdê de ne."    RAGIHANDINA DENGÊ GIRTÎGEHAN    Efe, bilêv kir ku ji bo pirsgirêk bên şopandin û di wext de pêşî li ber binpêkirinên mafan bên girtin, ew rêxistinên tenduristî, hiqûq û mafên mirovan hatine cem hev du û Heyeta Şopandina Girtîgehan ava kirine. Efe, destnîşan kir ku armanca wan berî ku ev pirsgirêk mezin bibin pêşî li ber wan bigirin, bibin dengê girtîgehan û çareyekê peyda bikin.    HIQÛQA DIJMINATIYÊ   Rêvebira ÇHD'ê ya Şaxa Stenbolê MEral Hanbayat jî destnîşan kir ku her diçe bêhiqûqîtiya lig irtîgehan zêdetir dibe. Hanbayat, bilêv kir ku ji qada tenduristiyê bigire heya bi qada civakî girtî bi her awayî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û ev yek di dema şewba Covîd-19'ê de zêdetir bûye. Hanbayat, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li derve û yên li girtîgehan girêdayî hev in û ji sala 2015'an ve polîtîkaya tepisandina muxalefeta civakî li dar e. Hanbayat, diyar kir ku sedema zêdebûna zextên li ser girtiyên siyasî ew e ku ji ber li ber van polîtîkayên îqtidarê xwe li bêdengiyê danaynin.    Hanbayat, destnîşan kir ku îqtidar li dijî hemû fikir û ramanên cuda hiqûqeke dijminatiyê pêk tîne.    ROJEVA HER KESÎ   Hanbayat, da zanîn ku dê Heyeta Şopandinê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bişopîne û bike rapor û bi raya giştî re parve bikin. Hanbayat, diyar kir ku dê raporên ku amade bikin bişînin ji Wezareta Dadê û gelek saziyan re û got: "Em ê hewl bidin ku pirsgirêkên rû didin çareser bikin. Lê armanca me em ewilî meseleya girtiyên nexweş bikin rojev. Yan na em ê bi dîmeneke pir giran re rû bi rû bimînin. Her kes divê vê meseleyê wekî meseleya xwe esas bigire. Li Tirkiyeyê niha her kes wekî 'terorîst tê etîketkirin, lewma dibe ku her kes bê girtin. Ji ber vê divê her kes vê meseleyê bike rojev û ji bo çareserkirina wê bixebite."    MA / Enes Sezgîn