Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin 2022-01-18 09:00:28 VAN - Li Wanê derheqê Samî Tay de ku ji ber strana kurdî ya bi navê "Erdalê Pirsûsî" di telefona xwe de guhdar kiriye hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan, bi îdiya "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 5 sal ceza li Tay bê birîn.  Samî Tay, di 31'ê Tebaxa 2021'ê de gava li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di telefona xwe de strana "Erdalê Pirsûsî" ya hunermend Seyda Perînçek guhdar kiriye, polîs hatine cem wî û nasnameya wî kontrol kirine. Paşê polîs, Tay ji ber strana "Erdalê Pirsûsî" binçav kirine. Tay, piştî îfadeya li dozgeriyê hatiye berdan. Lê belê polîsan telefona wî destser kiriye û piştî vekolandinê derbarê wî de fezleke amade kirine. Paşê li gor fezlekeyê îdianame hatiye amadekirin.   Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê îdianame qebûl kir.    STRAN HATIYE WERGERANDIN   Îdianame ji du rûpelan pêk tê. Di beşa ewil a îdianameyê de wergera tirkî ya strana "Erdalê Pirsûsî" hatiye kirin. Di beşa din a îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku Tay piştgiriyê dide rêxistinê û muzîka guhdar kiriye rêbazên tahdeyê yên rêxistinê dihewîne.    CEZA   Di îdianameyê de Tay bi îdiaya "propagandaya rêxisitinê" hatiye tawanbarkirin û hatiye xwestin ku ji 10 mehan heya 5 salan ceza li Tay bê birîn.