Li Qeyseriyê erdhej çêbû 2022-01-18 08:56:15 QEYSERÎ - Li Qeyseriyê bi pîleya 4.9 erdhej çêbû.  Li navçeya Sariogan a Qeyseriyê saet di 02.28'an bi pîleya 4.9 erdhej çêbû.  Erdhej 20.44 kîlometre di bin erdê de pêk hat û li bajarên herêmê jî hat hîskirin. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê hin malan xesar ditiye û hinek ji wan hilweşiyane. Her wiha tê gotin ku 4 kes jî birîndar bûne.