Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da 2022-01-17 21:22:56   ÎZMÎR - Karker Yakûp Yaşarê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da.   Karker Yakûp Yaşar ê 22 salî ku di 13'ê Çileyê de di kaneke lînyîtê ya li Taxa Akçahîsar a navçeya Tîre ya Îzmîrê jehrî bû, jiyana xwe ji dest da.   Yaşar ku 4 roj bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Tîreyê dihat dermankirin, îro jiyana xwe ji dest da.   Her wiha hat ragihandin ku rewşa karker Fatîh Gokoglû (36) ku tevî Yakûp Yaşar jehrî bûbû û ew rakriibûn nexweşxaneyê, be rbi başiyê ve diçe.