KCD û DBP çûn taziyeya Kalo 2022-01-17 19:12:05   AMED - Hevserokên KCD û DBP'ê, tevli taziyeya belavkarê rojnmaeyê Yilmaz Yakût (Kalo) ku jiyana xwe ji dest da, bûn.    Ji "generalên biçûk" ên zanayê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) Yilmaz Yakût (Kalo) duh ji ber rnexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Kalo ku ji salên 1990'î ve Azadiya Welat, Ozgur Gundem û gelek kovar û rojnameyên din belav dikir, gelek caran hatibû binçavkirin û îşkencekirin.   Cenazeyê Kalo duh li Goristana Yenîkoyê hat definkirin û taziyeya wî li Mala Şaklat a Şînê ya li Peyasê didome.    Îro Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) BErdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û gelek endamên partiyê çûn taziyeya Kalo û sersaxî xwestin.