'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne' 2022-01-17 19:00:06   AMED - TMMOB'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî qutkirina ceryanê û fatûreyên ceryanê de diyar kir ku hem ceryan tê qutkirin hem jî pereyên jenaratoran ji gel distînin.    Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Şaxa Amedê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) a Şaxa Amedê têkildarî qutkirina ceryanê û fatûreyên ceryanê yên li gel tên barkirin li avahiya xwe daxuyaniyek da. Endama Desteya Rêvebir a TMMOB'a Amedê Dîlber Onen Ongur daxuyanî xwend. Ongur, di daxuyaniyê de bal kişand ser qutkirina ceryanê û detsnîşan kir ku Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hincetine cuda ceryanê qut dike û fatûreyên jeneratoran jî li gel bar dike.    Ongur, got: "Ji ber ku ceryan her tim tê qutkirin gel jî mebûr dimîne jeneratorê bi kar bîne. Lê tê zanîn jenerator jî bi mazotê dişixule. Gel vê mazotê jî bi pereyê xwe distîne. Lê ji ber ku jenerator girêdayî saeta ceryanê ye, DEDAŞ pereyê jeneratorê jî ji gel distîne. Yanî gel du caran heqê fatûreyê dide û du caran mexdûr dibe. DEDAŞ, neheqiyê li gel dike."     Ongur, di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku divê jenerator ne girêdayî saetên ceryanê bin û got: "DIvê cuda bin. Lê rabûne bi vî awayî çêkirine û DEDAŞ'ê jî ew tesdîq kirine. Ji bo çareserkirina vê meseleyê me hevdîtin bi DEDAŞ'ê re kir. Lê ji bo çareserkirinê tiştek nekirin û pirsgirêk hê jî didome."