Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin 2022-01-17 17:04:49     GÖRÜNTÜLÜ: FOTOĞRAF: dyb-17-01-2022-adalet-nobeti Görüntülü/foto:v-17-01-2022-adalet-nobeti-38-gun     AMED/WAN - Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, serdana Nobeta Edalete ya Amedê kir û aşkera kir ku wê li pêş ATK'a Stenbolê çalakiya "Em ê destûr nedin mirinan" bidine destpêkirin.      Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyen ku cezayê wan qediyane û nayên berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 63'yemîn de berdewam dike. Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan ku navenda wê li Stenbolê ye, Hevserokên Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hayrettîn Altûn û Seval Gulmez û endamên Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) serdana malbatên girtiyan kirin.    ÇALAKIYA LI BER ATK'Ê   Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan Ûgûr Karadaş, di serdanê de axivî û diyar kir ku ji bo bi gelê kurd re têbikoşin û piştevaniya malbatên girtiyan bikin hatine serdana Nobeta Edaletê. Karadai, di axaftina xwe de agahî da ku ew ê jî bi şîara "Em ê destûr nedin mirinan" li ber Saziya Tîpa Edlî (ATK) ya Stenbolê dest bi çalakiyê bikin û her rojên pênçşeman saet di 13.00'an de çalakiya xwe li dar bixin.    Piştî Karadaş hin endamên înîsiyatîfê jî axivîn û peyamên piştgiriya malbatan dan û gotin ku ew naxwazin j girtîgehan cenaze derketin.    MALBATÊN GIRTIYAN   Dûre malbatên girtiyan Reşahat Ada û Hakki Boltan jî axivîn Û gotin ku pirgirêka girtiyan pirgirêka Tirkiyeyê ye û xwestin ku çareserî bê dîtin.    BDP   Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn jî da zanîn ku ew xwedî perspektîfa têkoşîna hevpar tin û dikarin bi vê perspektîfê encam bigirin.    OHD   Piştî serdana înîsiyatîfê endamên Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî serdana malbatan kirin. Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Amedê Ozum Vûrgûn jî axivî ô got ku wê malbat ji çalakiya xwe encam bigirin.    WAN   Nobeta Edaletê ya li Wanê jî let roja 38'an. Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê û gelek jinan serdana malbatan kirin. Di serdanê de Hevserokê HDP'a Rêya Armûşê Nadîr Çaka û jina bi navê Bahar Koçak axivîn û bang li malbatên girtiyan kirin ku piştgiriya malbatan bikin û gotin ku daxwazên malbatan daxwazên wan in.