Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin 2022-01-16 20:04:28 WAN - Li gundek navçeya Seraya Wanê du cenazeyên aydî jinek û zilamekî penaber ku qerisîbûn hat dîtin.  Koça penaberên Efxanistanê tevî hewa sar jî ber bi Tirkiyê ve berdewam dike. Li gorî dîmenên hatin ragihandin li gundê Amanyurdê bi ser navçeya Seraya Wanê ve cenazeyê aydî jinek û zilamek penaberên ji Efxanistanê tên dîtin. Tê gotin ku leşkerên tirk cenazeyan dibin datînin aliyê sînorê îranê. Di dîmen de tê gotin ku cenaze ji aliyê sê leşkeran ve hatine birin.     JINEK DIN JÎ QERISÎ HATIBÛ DÎTIN    Beriya niha jî di 30'ê kanûna 2021'an de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê cenazeyê penaberek efxan ku qerisîbû hatibû dîtin. Ev jin ji bo ku her du zarokên wê neqerisin cilê xwe ji xwe kiriye û li wan kiribû. Wê jina penaber jiyana xwe ji dest dabû û gundiyên herêmê her du zarokên wê rizgar kiribûn.    Li aliyê din di nava du mehên dawî de li ser sînorê Wanê û Îranê 8 kesan ji ber sir û seqemê qirisîn û jiyana xwe ji dest dan.