Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne 2022-01-16 18:21:15 COLEMÊRG - Parlamenterê HDP'ê yê berê Abdullah Zeydan ê bi girseyî li Geverê hat pêşwazîkirin got: "Em heta dawiyê bi gelê xwe bawerin. Keda gelê me wê bibe wesîleya azadî û aştiyê."  Parlamenterê HDP'ê yê berê Abdullah Zeydan çend roj berê piştî 5 salan ji girtîgehê hatibû berdan. Zeydan û şandeya pê re li navçeya Geverê tevî sir û seqemê û barîna berfê jî bi girseyî û coş hat pêşwazîkirin.    'BILA GIYANA ME BI QURBANA GELÊ ME BIBE'    Zeydan li ber avahiya HDP'ê bi gel re civiya û daxuyanî da. Zeydan got vê coş û pêşwaziya ji bo wî hat kirin wê rengê siyaseta Tirkiyê biguherîne. Zeydan da zanîn ku wî ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş silavan ji xelkê kurd û Geverê re aniye û got: "Birêz Demîrtaş silavên germ li xelkê Geverê kir. Em her tim bi vê sekna we heybet û pêşwaziya bi dilgeşî serbilind in. Ev 5 sal bûn em li girtîgehê dîl hatine girtin. Me dizî, qetlîma û talanê nekiriye. Me tenê aştî xwest û rûmeta gelê xwe parast. Her tim silavên we ji me re dihatin. Her cara ku me li asîmanan dinêrî silavên gelê me û piştevaniya gelê me dihat bîra me. Em tenê ne 5 sal em 5 hezar sal jî bimînin, bila giyana me bi qurbana gelê me bibe."    'TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ WÊ BIDOME'    Zeydan destnîşan kir ku t^keoşîn û keda gel wê bibe wesîleya deriyên girtîgehan were vekirin û pêkanîna aştiyê û got: "Em ê ji bo azadiya hevalên xwe girtî têkoşîna xwe mezintir bikin. Gelê Geverê yek malbatek e. Tu ferq di navbera gelê me de nîne. Em heta dawiyê bi gelê xwe bawerin û wê têkoşîn û keda gelê me bibe wesîleya aştiya Tİrkiyê û Rojhilata Navîn."    Zeydan û girse piştî daxuyaniyê derbasî avahiya HDP'ê bûn.