Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat 2022-01-16 18:04:17 MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Stewrê kongreya xwe ya 4'emîn li dar xist û ji ber cih di eywanê de nema li kuçeyê li dar xist.  Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Stewra Mêrdînê Kongreya xwe ya Asayî ya 4'emîn li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, rêveberên HDP'a Bajêr a Mêrdînê û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. HDP'iyan xwest kongreyê li eywana avahiya xwe li dar bixe lê ji ber cih nema, kongreyê li kuçeya avahiya xwe li dar xistin.    Parlamenter Pero Dundar di kongreyê de axivî û diyar kir ku ew êdî li eywanan bicih nabin û her ku diçe HDP berfireh û mezin dibe û têkoşîna gelê kurd li dijî her cûre êrişan li her qadê berdewam dike û dîwarên tirsê hatine hilweşandin.    Di şaneşîna avahiyê de navê delegeyan hat xwendin û bi dorê li sindoqa li avahiyê hatibû dayîn dengên xwe bikar anîn. Di hilbijartina pêk hat de ji bo hevserokatiya navçeyê Selahattîn Onder û Ergul Guneş hatin bijartin.    DÊ KUÇE AZAD BIBIN    Hevserokê HDP'a Stewrê Selahattîn Onder axivî û destnîşan kir ku ew êdî di nav çar dîwaran de bicih nabin û ew ê êdî li kuçeyan û meydanan bin û heta ku her dever û kuçe azad dibin.