Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin 2022-01-16 16:29:35   COLEMÊRG - Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, li Geverê bi coş hat pêşwazîkirin.    Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ku di 4'ê mijdara 2016'an de bi angaşta "piştgiriya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin, di danişîna xwe ya dawîn a  6'ê çileyê de hatibû berdan. Zeydan, di heman rojê de ji girtîgehê derketibû û îro jî hat navçeya xwe Gever. Geveriyan li pira Şakîtan a navçeyê bi coş û girseyeke mezin Zeydan pêşwazîkirin. Geveriyan piştî ku li vir Zeydan pêşwazî kirin bi konvoyê ber bi Geverê ve ketin rê.