Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê 2022-01-16 16:18:25   ŞIRNEX - Li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê zaroka bi navê Felek Çetîn bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, hat angaştkirin ku zaroka bi navê Felek Çetîn (17) di saetên serê sibehê de întihar bkiriye. Li gorî angaştan, Çetîn li mala ku bi malbata xwe re dijî dawî li jiyana xwe aniye.    Ji bo otopsiyê cenazeyê Çetîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.