Generalê biçûk Kalo hat veşartin 2022-01-16 16:11:20     AMED - Generalê biçûk ê Apê Mûsa Kalo, ji aliyê xebatkarên çapameniya azad û hezkeriyên xwe ve hat veşartin.    Ji belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ku zanayê kurd Apê Mûsa wan weke "generalên min ên biçûk" bi nav  kiribû Yilmaz Yakût (Kalo), ji ber nexweşiya pençeşêrê ku demeke dirêj bû tedawî didît, li mala xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kalo piştî wecîbeyên olî, ji aliyê hevalên xwe yên belavkar, xebatkarên çapameniya azad, endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), endam û rêvberên Rêxistina HDP'ê ya Amedê û gelek kesan ve li beşa yekemîn a Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat veşartin.    ÎŞLIKÊ JI AGIR   Piştî karên veşartinê ji bo Yakût rêz hat girtin û Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axaftinek kir û ev tişt got: "Di salên 1990'î de ku ji îşlikê ji agir bûn Kalo kedeke mezin da, gelek hevalên wî di van salan de bi awayekî faîlê wan ne diyar hatin kuştin. Rexmî hemû zextan jî li her kuçeyên Amedê rojname belav kirin. Ji bo gihandina heqîqetê ya civakê Kol gelek ked da. Kalo tu demê ji rastiyan teavîz neda û heta van rojan hat. Tu demê dev ji têkoşîna xwe berneda. Em tev şahidê têkoşîna Kalo ne. Ji ber ku me wî winda kir gelek xemgîn in. Lê em pê serbilind in. Em careke din din soz didin Yilmaz û şehîdên çapameniyê; em ê vê têkoşînê bi biryardarî bidomînin.   Piştî merasîmê dia hatin kirin.    Malbata Yakût wê şîna xwe li Mala Şînê ya Şaklatê ya li Dîclekentê deyne.