Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike 2021-11-28 17:12:44   ENQERE - Polîsan êrişî gelê ku qeyrana aboriyê şermezar kir û hikumet vexwend îstîfayê kir û nûçegihana Jinnewsê Oznûr Deger jî di nav de gelek kes binçavkirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê têkildarî krîza aborî xwestin li ber Şaredariya Çankayayê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Polîsan beriya çalakiyê pêşiya Şaredariya Çankayayê girtin, destûr nedan kes nêzî qadê bibin. Polîsên ku nehiştin rojnameger jî bikevin qadê, pêşî li rawestgeha EGO'yê xwestin êrîşî 6 kesan bikin.   Polîsên ku 6 kesên xwestin biçin qada çalakiyê dorpêç kirin, li wan xistin û binçav kirin. Kesên ku hatin xwestin li wesayîta binçavkirinê bên siwar kirin dirûşma "Hikumet îstifa" berz kirin. Polîsan jî li hin xwepêşanderan dan û bi erdê re kaş kirin. Polîsan êriş bir ser rojnamegerên ku dixwestin wêneyên çalakiyê bikşînin jî. Songul Dogan a dema binçavkirinê gaza îsotê berdan çavê wê ji ser hişê xwe çû. Kesekî ku binçavkirin şermezar kir jî bi îşkenceyê hat binçavkirin.    ROJNAMEVAN DEGER HAT BINÇAVKIRIN   Nûçegîhana Jinnewsê ya Enqereyê Oznur Deger ji aliyê bi dehan polîsan ve hat dorpêçkirin, kelepçekirin û bi lêdanê hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de wênekêşa Degerê jî hat desteserkirin.   MUDAXILEYA DUYEMÎN    Pişt re polîsan cara duyê mudaxileyê kesên ku xwestin ji rawestgeha otobûsê derbasî şaredariyê bibin kirin. Li vir jî 9 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Welatiyekî li vir bertek nîşanî mudaxileya polîsan da ji ber gaza îsotê ya polîsan ji ber nexweşiya astimê ji ser hişê xwe çû û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Polîsan di çalakiyê 17 kes binçav kirin. Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine ku derê.   Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: "Rojnamevan Oznûr Deger, Denîz Gundogdu, Songul Dogan, Zarîfe Çamalan, Vedat Karahan, Huseyîn Gokoglu, Mustafa Feroglû, Hasan Akman."   TUNDÎ LI XWÎNERÊN KOVANA KARALA KIRIN   Li aliyê din xwînêrên Kovara Karala Şamîl Parlak û Sureyya Bey ên ji bo tevlî çalakiyê bibin ji buroya xwe derketin jî li Kolana Konûr 2 hatin binçavkirin.