Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan 2021-11-28 16:50:46   MÊRDÎN - Gazal Batirhan a dayika pitika 4 mehî ku duh bi 45 kesan re li Mêrdînê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Polîsan duh li Mêrdîn û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtibûn û 45 kes binçav kiribûn. Kirariyên îfadeya 45 kesên li miduriyeta polîsan tên ragirtin didomin. Gazal Batirhan a dayika pitika 4 mehî, ji ber îtîraza parêzer û neçare ku şîr bide pitika xwe îro îfadeya wê hat wergirtin. Hat hînbûn ku Batirhan di çarçoveya lepirsîneke ku di sala 2019'an de ji ber tevlî çalakiyên di sala 2015'an de bûye, hatiye destpêkirin, sewqî Edliyeya Mêrdînê hat kirin. Batirhan, a dozgeriyê bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Nobedar a Mêrdînê kir, bi şertê kontrola edlî hat berdan.