HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn 2021-11-28 16:24:24   MÊRSÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê bi tevlêbûna hezaran mîtingek girseyî li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, beşdarî mîtînge bû û diyar kir ku gel û HDP dê vê îqtîdarê hilweşîne.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê bi tevlêbûna hezaran mîtîngek bi coş li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar tev li mîtîngê bû. Sancar girse bi kurdî, erebî û tirkî silav kir û wiha got: “Rayedarên qesrê yên vê coş û girseyê dibînin ji tirsan diricifin. Li gel zilm, zext û tundiyê, li gel xizanî û betaliyê gel heviya xwe qut nekiriye. Gel dizane dimeşe ku. Gel û HDP dê bi hevre vê pergal û îqtîdara xerabe têk bibe û hilweşîne. Va ye em tene vê pergala xerabe hilweşînin.    Sancar, xwest îqtîdar îstîfa bike û wiha got: “Divê ev îqtîdar niha îstîfa bike.  Divê bi lez biryara hilbijartinê bigire. Ku bi xwe bawer in bila hilbijartinê pêk bînin. Em her tim ji hilbijartinê re amade ne. Em li her qadê têdikoşin. Nikarin bi zextan, tundiyê, binçavkirin û girtinê me têk bibin. Ji ber ku HDP mala gel a hevpar e. Vîna gel a hevpar û yekbûyî ye. Mîsogeriya pêşeroja gel e. Em di têkoşîna xwe de bi israr û biryar in.”     MIROV JI BO NANÊ HIŞK DIKEVIN DORÊ   Sancar bal kişand ser qeyrana aborî û wiha got: “Di hefteyên dawî de xwarina ser sifreya me bêtir kêm bû. Nanê me xezp kirin. Me îro li Edeneyê tesîsa hilberina nan ziyaret kir. Em dibînin ku em her kêlî bêtir xizan dibin. Mirov ji bo bi pereyê erzan nan bistîne dikevin dorê. Di saetên serê sibê de bi sedan mirov li ber deriyê firinê dikevin dorê. Ji bo nanê duh kato (kevn) bûye bistîne. Ji bo nan erzan bistîne nanê kevn dikirin. Ji bo nanê kevn dikevin dorê. Mirov kirine mohtacê nanê hişk.    Ev çavkaniyên vî welatî diçin ku? Li vî welatî çavkaniyên aborî hene. Lê kedkarên vî welatî dikevin dora nanê hişk. Ev çavkaniyên vî welatî tev li rant, şer û îsrafê têne xerçkirin. Li welatê ku şer lê hebe, aborî û edalet pêş dikeve. Welatî dê roj bi roj xizantir bibin.”